ROJEVA 20'Ê GULANA 2021'Ê 2021-05-20 09:00:11   * Li Erdîşê ava Bendava Morgedîkê ji bo masîpankan dibe cihê xetereyê. Ji ber ku pêşî li ber avê hatiye girtin, masî bê oksîjen dimînin û ev bêoksîjenî jî nahêle masîpank zêde bibin.    * Serokkomar Erdogan ragihand ku îsal dê fiyetê çaya ter 4 lîre be. Serokê Odeya Çandiniyê ya Rîzeyê Nevzat Palîç, bertek nîşanî vê yekê da û destnîşan kir ku di 11 salan de tenê qurîşek li prîma destekkirinê ya çayê hatiye zêdekirin û hilberînerên mehkûmî sektora taybet bûne tên mexdûrkirin.    * Hevserokê HDP'a Amedê Zeyat Ceylan, anî ziman ku operasyonên derveyî sînor pirsgirêka kurdî kûrtir dikin û got: "Heger em tecrîda li Îmraliyê bişikînin, edê pêşî li ber operasyonan jî bê girtin."    * Siyasetmedar Muhsîn Osman, anî ziman ku operasyonên derveyî sînor bi xewna neo-osmanîtiyê tên kirin û got: "Ev operasyon, dubarekirina nexweşîna Tirkiyeyê ye. Zirarê dide tirkan, kurdan û gelan."    * Ji bo mafê perwerdehiya bi kurdî dirûşme berz kir. Li DGM'ê hat darizandin û hat cezakirin. Lê ji ber ku çalakiya wî li gor qanûnên YE'yê bûn, cezayê wî hat xerakirin. Piştî xerakirina ceza bi 20 salan, dadgeha îstinafê îxrackirina wî pesend kir.    * Polîs û notirvanan bi hinceta ku qedexeya derketina derve binpê kiriye li V.S.'yç 15 salî xistibûn. Bijîşk jî rapora "tiştekî wî tune ye" dabû V.S. Derbarê polîs û notirvanan û bijîşk de lêpirsîn hat destpêkirin.    * Çalakiya Malbata Şenyaşar a bi daxwaza "edaletê" wê di roja 73'yemîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.    * Danişîna duyemîn a Doza Kobanê ku 28 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin wê li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin. (09.30)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê, wê derbarê xizantiya jinê ya Anatoliya Navîn de, starta kampanyayê bide. (09.30)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, wê rêxistina Rihayê, malbata Şenyaşar û dayika Ayşe Gokkan ziyaret bike. (10.30-12.30)   * Egîtîm Sen, wê xebata xwe ya anketê ya derbarê rewşa perwerdehiyê de  kiriye, li Navenda Giştî aşkere bike. (11.00)   * Esnaf, wê derbarê qedexeyên girtinê de, li Qada Tandogan a Enqereyê daxuyanî bidin çapemeniyê.(13.00)   * HDP û Meclîsa Jinan a HDK'ê ya Îzmîrê, wê derbarê Doza Kobanê ya li Enqerê tê dîtin de, di ketina Sûka Kemeraltiyê de, daxuyanî bidin  çapemeniyê. (13.00)   * Rêxistinên Ked û Demokrasiyê, wê Şehîdên Gulanê, li Rêxistina HDP'ê ya Enqerê û Mamakê bi bîr bînin. (15.00-16.00)