Li Mêrdînê cîhaza plazmaferez a dermankirina Covît-19 tune 2021-05-20 09:02:59   MÊRDÎN - Serokê Odeya Tabîban a Mêrdînê Dr. Mustafa Bînbaş, diyar kir ku li Mêrdînê, cîhaza plazmaferez a dermankirina Covid-19 tune ye. Bînbaş, anî ziman ku ji ber tunebûna vê cîhazê, gelek kesên dixwazin plazma bidin, neçar dimînin ku biçin Amedê.    Li gelek bajarên Tirkiyeyê cîhaza plazmaferez ku ji bo dermankirina vîrûsa corona (Covid-19) ya bi rêbaza plazmayê bikar tînin tune ye. Ji ber tunebûna vê cîhazê gelek kesên dixwazin plazma xwînê bidin, neçar dimînin biçin bajarên din. Li Mêrdinê jî ku nifûsa wê 850 hezar kes in, cîhaza Plazmaferez a di dermankirina Plazma de bikar tînin tune ye. Ji ber vê yekê gelek kesên dixwazin plazmaya xwînê bidin, neçar dimînin biçin Amedê. Ji ber cîhaz tune, gelek kes jî ji ber nikarin biçin Amedê, dest ji dayîna plazma berdidin.    Têkildarî mijarê Serokê Odeya Tabîban a Mêrdînê Bijîşkê Pispor Mustafa Binbaş, anî ziman ku cîhaza plazmayê li gelek bajaran tune ye û wiha got: "Cîhazên kêm, ji ber pergala li ser rantê hatiye avakirin temîn nakin. Ji destpêka şewbê heta niha gelek rê û rêbza hatin emilandin. Hin jê bi ser ketin. Niha li gel dermankirina îlacan, rêbaza dermankirina bi plazma jî tê emilandin. Bi vê rêbaza plazmayê kesên berê şewba vîrûsa Covît-19 derbas kirine, ji nava antikora xwîna wan, plazma tê parzinandin û vê plazmayê didin kesên din. Gelek mînakên ku ev rêbaza dermankirinê bi ser ketiye heye. Berî her tiştî divê kesên ev nexweşî derbas kiribin, plazmayê bidin. Ji bo vê yekê jî divê cîhaza plazmayê hebe. Lê mixabin ev cîhaz li Mêrdînê tune ye."    Bînbaş, da zanîn ku gelek kesên dixwazin plazma xwîna xwe bidin hene, lê ji ber cîhazê plazmaferezê tuneye, ew kes neçar dimînin biçin Amedê û wiha axivî: "Gelek kesên dixwazin plazma bidin jî ji ber nikarin biçin Amedê dest ji dayîna plazma berdidin. Ji ber vê yekê divê vê cîhazê bînin Mêrdînê. Ku cîhaza Plazmaferezê bînin Mêrdînê dê êdî kesên dixwazin plazma bidin nexweşan, dê neçim Amedê. Ev dê hem kar hêsantir bike, hem jî dê hêjmara kesên dixwazin plazma bidin zêdetir bike.    Binbaş, da zanîn ku ji ber pergala rantê û pergala îhaleya li ser rantê hatiye avakirin cîhaz nayê stendin. Ji ber ev cîhaz li Amedê heye, bajarê Amedê barê 5 bajarên din dide ser milê xwe."    MA / Ahmet Kanbal