Malbata Şenyaşar banga îstîfakirinê li Wezîrê Dadê kir 2021-05-20 10:59:54   RIHA- Malbata Şenyaşar a 73 rojin li ber Edliya Rihayê lêgerîna xwe ya edaletê dewam dike, banga îstîfakirinê li Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul kir û got: “Ger tu nikarî edaletê pêk bînî, wê demê îstîfa bike!”    Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurên wê ji aliyê parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê di êrişê de, bi birîndarî xilas bibû, çalakiya xwe ya “Nobeta Edaletê” ya li pêş Edliya Rihayê di roja 73’yemîn de dewam kirin.   Malbata Şenyaşar, li ser hesabên xwe yên medya înternetê, wêneyê Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul ê di dema ku xelat dide zarokekê parve kir û wiha got: “Birêz Wezîrê DAD’ê Gul! Pêlîstikan li zarokan belav neke! Gel ji we pêlîstikan naxwaze. EDALET’ê li gel belav bike! Li Qesra EDALET’ê ya Rihayê, hiqûqa serdestan tê bicih anîn. Kesên li nexweşxaneya dewletê sûcê mirovahiyê kirin, tên parastin. Ger tu nikarî edaletê  pêk bînî, wê demê îstîfa bike! @adalet_bakanlik”   Li aliyê din, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, dê saet 11.00’an malbata Şenyaşar ziyaret bike.