Li Cizîrê karkerekî mirî hat dîtin 2021-05-20 14:21:19   ŞIRNEX – Karkerê bi navê Ayhan Kalçik ku ji Çewlikê ji bo kare gaza siruştî hatibû navçeya Cizîrê, li odeya ku le dima mirî hat dîtin.    Hat angaştkirin ku karkerê bi navê Ayhan Kalçik ku ji Çewlikê ji bo karê gaza siruştî hatibû navçeya Cizîrê ya Şirnexê, întihar kiriye. Hat diyarkirin ku Kalçik ê 55 salî li înşaetê odeya lê maye dawî li jiyana xwe aniye. Cenazeyê Kalçik ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Hat hînbûn ku piştî otopsiye dê cenazeyê Kalçik radestî malbata wî ya ji Çewlikê hatiye navçeyê bê kirin. .