Li Bestayê operasyon 2021-05-20 14:42:43   ŞIRNEX - Hat hînbûn ku li Çiyayê Piro ya herêma Bestayê qereqol hatiye çêkirin û li 3 cihên cuda bi rêbaza cihnîş operasyon tên lidarxistin.   Hat hînbûn ku li girê herî bilind ê Çiyayê Piro ya herêma Bestayê ya girêdayî navenda Şirnexê, qereqolek hatiye avakirin. Hat diyarkirin ku esker li qadên daristanî yên Kaniya Mîr, Kaniya Hilû û Cinîvger ên heman herêmê, bi rêbazên cihnîş operasyonan li dar dixin.