Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna MEBYA-DER’ê hat dayîn 2021-05-20 14:59:06   WAN - Derbarê dosyeya 15 kesên di çarçoveya lêpirsîna MEBYA-DER’ê ya Wanê hatin binçavkirin de, biryara veşartinê hat dayîn.   Polîsan duh di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê derbarê Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) dest pê kir de, bi ser malên 15 kesan de girtin û binçav kirin.   Hîna dest bi îfadegirtinên Hevseroka MEBYA-DER’ê Gulîstan Onver, rêveberên komeleyê Emîne Şaybak, Ceyda Dîndar, Mahmut Dîndar, Cîhat Aksû, Cevdet Bîlekçî û Îsa Demîragaç, Sureyya Azba, Azîze Oner, Nuhî Alici, Savaş Encu, Şevket Kaplan, Halîl Karakoç, Kamuran Çîftçî û Nebî Kaçak ên hatin binçavkirin nehatiye kirin.   Kesên bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin, piştî sînordarkirina 24 saetan a parêzeran, bi parêzerên xwe re hevdîtin kirin. Parêzeran, dan zanîn ku derbarê dosyeya muwekîlên wan de biryara vaşertinê heye û rewşa tenduristiyê wan başe.   RÎSKA FELÇ BIBE HEYE   Hat diyarkirin ku Hevseroka MEBYA-DER'ê Gulistan Onver bi nexweşiya tansiyonê ye, du cara ji pişta xwe emeliyata fitixê bûye û rîska felç bibe heye.