Polîsan mudaxaleyî çalakiya Filistinê kir: Gelek kes hatin binçavkirin 2021-05-20 16:30:05   STENBOL - Polîsan mudaxaleyî ciwanên ku ji bo êrîşên Îsraîlê yên li ser Filistînê li Qada Taksîmê daxuyanî dan kirin û gelek kes binçavkirin.    Meclisa Ciwanên Yekgirtî  (BGM), Tevgera Xwendekarên Sosyalîst (SOH) û Kaldiraçê, bi armanca êrîşên Îsraîlê yên li ser Filistînê şermezar bikin, li Qada Taksîmê hatin gel hev. Ciwanên ku bi pankarta “Ji çem heta deryayê wê Filistîn azad bibe” vekirin, bi dirûşmeya “Îsraîla kujer ji Filistînê bicehnime” û bi alên Filistînê heta li pêş Navenda Çanda Ataturkê meşiyan. Ciwanên li gel astengkirina polîsan jî meşiyan û li Qada Taksîmê daxuyanî dan.   ‘WÊ TÊKOŞÎNA GELAN SERBIKEVE’   Li ser navê ciwanan endamê BGM’ê Arda Yuksel axivî û diyar kir ku di êrîşên ser Filistînê de rola Tirkiyeyê jî gelek mezine û da zanîn ku têkiliyên Tirkiyeyê yên eskerî, tîcarî, dîplomatîk ên bi Îsraîlê re êrîşên li ser gelê Filistînê zêde dike. Yuksel, destnîşan kir ku hemû daxuyaniyên dewletên desthilatdar ne rast in û li dijî tiştên li Rojhilata Navîn dijîn qala girîngiya têkoşîna yekgirtî kir. Yuksel, anî ziman ku tişta ku pergala mêtînger perçe bike têkoşîna gelan e.   ‘BARÎKAT ZULMA WE NE’   Piştî ku polîsan girseyê dorpêç kir, ciwanan bi gotinên “Em li rex gelên ku li ber xwe didinin, ew bi Îsralê û emperyalîzmê re ne. Dema we ev qas ji çeteyên xwe yên cihadî re vedikirin, hemû derfêt pêşkeş dikirin. Barîkatên ku hûn pêşkeşî ciwanên şoreşger dikin, zulme we ye” bertek nîşanî polîsan dan.   Pişt re polîsan mudaxaleyî ciwanan kir û gelek ciwan binçav kirin.