Dede: Kurd li ku derê dibin bila bibin tên lêxistin 2021-05-21 10:39:34 COLEMÊRG - Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, diyar kir ku walîtî bûyerên kuştin û birîndarbûnê yên li ser sînor an diveşêre yan jî jê re “qilfekê” dibîne û got: “Dema mijar dibe Kurd, li kolanan, li malên xwe, di zeviyan de û li ser sînoran tên lêxistin û kuştin.”  Li bajarê Colemêrgê ya dikeve sînorê Îran û Herêma Federe ya Kurdistanê, di encama gule berdana eskeran de, her roj bûyerên kuştin û birîndarkirinê yên nû rû didin. Çetîn Başer, Adem Kûyûmcû, Vedat Ekîncî û Şeralî Derelî yên ji ber gulebarandina eskeran jiyana xwe ji dest dan û Kerîmhan Zerender û Reşît Ekîncî yên birîndar bûn, tenê hin ji van bûyeran e. Walîtî, tevahiya van kuştin û birîndarkirinan weke “li gorî mewzûatê”, “gule pekiya” û “guleya berdan esman” di parêze. Ji ber vê, lêpirsînên derbarên van bûyerên wiha de jî, bi “neşopandinê” biencam dibin.     TEDAWIYA WÎ DEWAM DIKE   Herî dawî li goma Çemêkurk a gundê Haci Bey a girêdayî navçeya Robarok a Colemêrgê, eskeran di 18’ê Gulanê de, gule berdan ciwanê 23 salî Şahap Şendol ê şivan û Celîl Ekîncî yê 17 salî û birîndar kirin. Welatî û xizmên birîndaran ên hatin cihê bûyer, her du kes rakirin nexweşxaneyekê Herêma Federe ya Kurdistanê. Şendol ê ji destê xwe birîndar bû û 2 tiliyên wî hatin jêkirin, ji nexweşxaneyê hat derxistin. Celîl Ekîncî yê ku birayê wî Reşît Ekîncî jî berê bi heman awayî hatibû birîndarkirin, heya niha 2 caran hatiye emeliyatkirin. Ekîncî yê  ji zikê xwe birîndar bû, hîna li nexweşxaneyê tê dermankirin.    Bal kêşe ku ligel bi ser bûyerê re 3 roj derbas bûn jî, Walîtiya Colemêrgê hîna tu daxuyaniyek nedaye. dikkati çekiyor.    DEDE: TU HIŞYARIYÊ NAKIN   Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Colemêrgê Saît Dede yê ku dîmenên birîndarbûna Ekîncî û Şendol bi raya giştî re parve kir, kuştin û birîndarkirinên li ser xeta sînor nirxandin.   Dede, bal kişand ser rewşa Ekîncî û Şendol û wiha axivî: “Ekîncî yê birînda bû, piştî derbasî Herêma Kurdistana Federe dibe, di vegerê de, bi şivan Şendol re tên birîndarkirin. Hatin û çûyîn ser xeta sînor her tim hene. Agahiya esker û rayedaran jî ji vê yekê heye. Welatiyên li Robarokê dijî, piraniya xizmên wan li Başûrê Kurdistanê dimînin. Di heman demê de têkiliyên wan ên bazirganiyê bi hev re hene. Esker bêyî ku tu hişyariyekê bikin gule berdidin Celîl û Şahap. Celîl ji pişta xwe birîndar dibe û gule di singê wî re derdikeve. Esker wan heya nîv saetî bi vî awayî didin rawestandin. Ligel vê yekê esker heqaretê li wan dikin. Hêzên peşmergeyan û xizmên wan ên li derê, tên birîndaran dibin Hewlêrê.”   AMBARGOYA EWLEKARIYÊ    Dede, da zanîn ku li ser xeta sînor “ambargoya ewlekariyê” li dijî welatiyan heye û wiha got: “Mirov bi awayekî rehet ne dikarin biçin zeviyên xwe û ne jî zozanên xwe. Li her derî qereqol û kalekol hene. Çavakaniya debara welatiyên navçeyê bazirganiya ser sînore. Êdî mirov nikarin çandinî û sewalkariyê bikin. Dem bi dem xendek tên kolandin. Mirov ji bo debara xwe bikin, neçar dimînin ji Iraqê çay, şekir û cixareyan bînin û bi firoşin. Agahiya her kesî ji vê rewşê heye. Esker 50 metre dûr guleyan berdidin. Dikarîbûn van kesan bi hişyariyê jî rawestînin. Lê dema mijar dibe Robarok û Kurd, esker û polîs bi awayekê pir rehet tevdigerin. Mînak li sînorê Yunanîstanê tu kes nayê kuştin û birîndar kirin. Ji ber ku Kurd li wê derê tune ne. Lê li vê herêmê cot standardiyek mezin heye. Bi awayekê pir aşkere dibêjin ku dijminin Kurdan e. Dema mijar dibe Kurd, li kolanan, li malên xwe, di zeviyan de û li ser sînoran tên lêxistin û kuştin."   MA / Dîndar Karataş