Sara Kaya di girtîgehê de bi vîrûsa koronayê ket 2021-05-21 12:33:00   MÊRSÎN - Hevşaredara Nisêbînê ya berê Sara Kaya, li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê bi vîrûsa koronayê ket.   Hevşaredara navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ya berê Sara Kaya, li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê ku bi vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ket. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin Kaya, ji ber nexweşiyên dil û tansiyonê her tim dibirin nexweşxaneyê û ji ber vê yekê jî 3 meh in di qawişa karantînayê de dima. Kaya, di hatin û çûyîna nexweşxaneyê de bi vîrûsa koronayê ket. Kaya ya ku testa wê ya PCR’ê hat kirin, encama wê pozîtîf derket.