Di Doza Kobanê de bêyî parêzer amade bin îfadeyên şahidan hatiye wergirtin 2021-05-21 13:25:15   ENQERE - Derket holê ku têkildarî Doza Kobanê beriya derbasî esasê bibe bêyî parêzeran îfadeyên şahidan hatiye wergirtin. Parêzer Nûray Ozdogan got tevî ew derbasî têkildarî esasê nebûne jî îfadeyên şahidan dikevin UYAP’ê.    Danişîna duyemîn a Doza Kobanê di roja sêyemîn de berdewam dike. Danişîn bi parastina parêzeran didome. Parêzera rêveberên HDP’ê yên berê Berfîn Ozgul Kose û Emîne Beyza Ustun, Nûray Dogan parastina miwekîlên xwe kir. Ozdogan destnîşan kir ku di danişînekê de bêyî parêzeran îfadeyên şahidan hatiye wergirtin.    Ozdogan destnîşan kir ku beriya derbasî esasa têkildarî dozê bibe îfadeyên şahidan hatiye wergirtin û wiha got: “Çawa çê dibe ku hûn beriya derbasî karûbarê têkildarî esasê bibin, hûn îfadeyên şahidan digirin. Tevî ku hêj em derbasî têkildarî esasê nebûne jî îfadeyên şahidan dikevin UYAP’ê. Divê em wan şahidan li vir bibînin. Ez dixwazim dema li şahidan were guhdarkirin, li ku derê, li kîjan edliyê îfade dane. Wexta li wan şahidan were guhdarkirin, ez dikarim biryar bidim ku li wir bim an jî ne li wir bim. Têkildarî esasê îfadeyên şahidan tên wergirtin.”