Karsazê ji Cizîrê dawî li jiyana xwe anî 2021-05-21 13:32:08 DÎLOK - Hat îdiakirin ku karsaz Mehmet Emîn Çatûk ê ji Cizîrê ji ber pirsgirêkên madî dawî li jiyana xwe aniye.    Karsaz Mehmet Emîn Çatûk (44) ê ji Cizîrê ku li taxa Emekê ya navçeya Şahînbeya Dîlokê dijî tê îdiakirin ku ji ber pirsgirêkên aborî dawî li jiyana xwe aniye. Malbata wî piştî dengê sîlehê çû odeya Çatûk û bi dîtin ku xwe kuştiye. Malbatê agahî da tîmên tenduristiyê û hatin cihê bûyerê û diyar kirin ku Çatûk jiyana xwe ji dest daye.    Cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî.    Hat zanîn ku Çatûk zewicî û sê zarokên wî hene. Tê payîn ku cenaze li Goristana Yeşîlkentê dê were veşartin.