Şoreşgerên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane hatin bi bîr anîn 2021-05-21 16:36:39   STENBOL - BMG’ê şoreşgerên ku di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û diyar kir ku wê bê dudilî, têkoşîna ku wan canên xwe danîne holê bi bawerî bigihînin heta dawiyê.    Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG), şoreşgerên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane li avahiya HDP’ê ya navçeya Bagcilar a Stenbolê bi bîr anîn. BMG’iyan pankarta “Tecrîdê bi dawî bikin, ji girtiyan re azadî” vekirin, wêneyên şoreşgerên jiyana xwe ji dest dan daliqandin û find û qurnefîl danîn eywanê. Di bîranînê de sînevîzyon hat nîşandan û axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku şoreşgeran ji bo azadiya milyonan xwe feda kirine, wê têkoşîna wan heta serkeftinê bi biryardarî were meşandin û wê bê dudilî têkoşîna ku wan canên xwe danîne holê bi bawerî bigihînin heta dawiyê.