Li Farqînê agir bi zeviyê ket: 30 donim genim û 20 ton ka şewitî 2021-05-21 16:41:12   AMED – Li Farqînê ji bîçerê agir avêt erd û 33 donim genimê neçinandî û nêzî 20 ton ka şewitî.   Li gundê Korît ê navçeya Farqînê ya Amedê, agir bi zeviya neçinandî ya welatiyê bi navê Mehmet Salîh Gozonunde ket. Gundiyan, bi derfetên xwe agir vemirandin û nehiştin li zeviyên din belav bibe. Hat hînbûn ku agir ji bîçerê avêtiye zeviyê û 33 donim genim şewitiye. Her wiha bi genim neçinandî re 20 ton ka jî şewitiye.