ROJEVA 22'YÊ GULANA 2021'AN 2021-05-22 09:00:07 * Rexnegirê Çapemeniyê Ragip Dûran, diyar kir ku divê têkiliyên dewlet-mafya-çapemeniyên yên piştî vîdeoyên serekê rêxistina sûcî ya organîzekirî Sedat Peker derketin holê, tevî pirsgirêka kurd bên nirxandin. Ragip, destnîşan kir ku îfşayên ku Peker dike sinyalên îflaskirina rejîma yekzilamî ne.  * Gada Galatasarayê ku Dayikên Şemiyê û Xizmên windayan 26 sal berê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin lê dest bi çalakiyê kiribûn, 3 sal in di dorpêça polîsan de ye û ji çalakiyan re hatiye qedexekirin.  Dayika Şemiyê Hanim Tosun anî ziman ku ew qad ji bo wan bûye wekî gora zarokên wan û got: "Bawerî û heviyên me mezin in. Em tu carî dest ji vê qadê bernedin."    * Gola Keşîşê ku bi xwezaya xwe mirovan heyr dihêle û qada qulinga ye, niha bi texrîbata serdêran û ziwabûnê re rû bi rû maye.    * Li Wanê Xemê Şahîn a 65 salî, çêkirina xurc, telîs û amûrên xişrî rê nifşên nû dide. Şahînê di 15 saliya xwe de hînî çêkirina van amûran bûye û ji wê çaxê heya niha ev tişt ji xwe re kirine sinhet.    * Di navbera Şirnex û Cizîrê de nêzî 40 tesîsên seridandina komirê hene. Ev tesîr, bandoreke nebaş li tenduristiya mirovan û heywanan dikin û xwezayê qirêj dikin. Şêniyên herêmê xwestin tesîs bar bikin biçin deverine dûrî jîngehan.    * Emîne Erol ku li Girtîgeha Amedê ya Jinan tevî 7 jinan bi şewba Covîd-19'ê ket, anî ziman ku di dema karantînayê de 8 rojan ne li ser hişê xwe bûye, lê dîsa jî wê ranekirine nexweşxaneyê.    * Li Pasûrê Qeyûm bi milyon û 950 hezar TL'yî xerac çêkir, 2 sal in hê nehatiye xebitandin.   * Ajovanên TIR'an ku bar dibin Herêma Kurdistana Federe, diyar kirin ku ji ber ku mesref zêde ne û neqliyekar fiyetan erzan dikin û heqê kirê kêm e, zehmetiyê dikişînin û xwestin bac bên kêmkirin.    * Li zozanên Erdîşê, piştî dinya germ bû û berf heliya, kulîlk çiyayan bi rengê zer û şîn boyax dikin.    * Dayikên Şemiyê wê di hefteya 843'yemîn de li ser onlaynê li aqûbeta windayan bipirse. (12.00)    * Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Xizmên Windayan wê di hefteya 640'emîn de li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)   * Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî wê bi rêya onlaynê li Enqereyê bal bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di hefteya 477'emîn de wê çalakiya "Rûniştina F" li dar bixe û balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)