Girtiya ku ji Covîd-19'ê xelas bû: Ez nebirim nexweşxaneyê 2021-05-22 09:00:27 AMED - Emîne Erol ku li Girtîgeha Amedê ya Jinan tevî 7 jinan bi şewba Covîd-19'ê ket, anî ziman ku di dema karantînayê de 8 rojan ne li ser hişê xwe bûye, lê dîsa jî wê ranekirine nexweşxaneyê.  Emîne Erol û Ferîha Deyîş ku di Girtîgeha Amedê ya Jinan de ne, di 4'ê Gulanê de nerihet dibin û ji ber vê wan radikin Nexweşxaneya perwerdehî û Lêkolînê ya Amedê. Her du girtî piştî tên testkirin, cardin wan dibin girtîgehê. A din a rojê testa Erol û Deyîşê pozîtîf dertê û ji ber vê 8 girtiyên bi wan re diman jî tên testkirin. Paşê aşkere dibe ku tevî Erol û Deyîş 6 jin bi şewbê ketine. Lê rewşa Erol û Deyîşê giran dibe û ji ber vê wan du caran radikin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Amedê û li vir oksîjenê didin wan. Piştî tedawiyê di heman rojê de her du jinên girtî cardin dibin girtîgehê û wan dixin odeya karantînayê.    Ayfer Erol, dayika Emîne Erolê, pêr bi telefonê bi keça xwe re axiviye. Erol ji dêya xwe re gotiye: "Roja duşemê (17'ê Gulanê, roja dawî ya 15 rojên karantînayê bû. Testa me her 8 jinan dîsa hat kirin û negatîf derket. Lê hê jî tesîra şewbê li ser min û Ferîha heye. Em nikarin pir şipyakî bisekinin û biaxivin."    ‘8 ŞÛN DE ŞIYAR BÛM'    Erol, diyar kir ku piştî bi xwe ve hatiye, hevalên wê jê re gotine tu tam 8 rojan di nav ciyan de bûyî û got: "Gava şiyar bûm, serom li ber serê mn bûn. 8 rojan ne li se rhişê xwe bûme. Lê dîsa jî min nebirine nexweşxaneyê."    XWARINÊN BÊVÎTAMÎN   Erol, destnîşan kir ku di pêvajoya karantînayê de peywirdaran xwarina wan dianîn ber derî û hevalên wan diçû dianî û got: "Xwarinên girtîgehê bêvîtamîn in. Fiyetê tiştên kantînê pir buha ne. Lewma em nikarin pir tiştekî bikirin."    CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ    Erol, anî ziman ku cezayê hin hevalan qediyaye lê nayên berdan û ji ber vê di 23'yê Nîsanê de çalakiya deng li dar xistine, lê belê derbarê hemû girtiyan de lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin û cezayê pêwendîdanînê û ceza ne din li wan hatine birîn.   Dayik Ayfer Erol ku keçek wê ya din Sarya Erol (25) jî di Girtîgeha Elbîstanê ya Jinan de ye got: "Ji ber ku zarokên me li ber neheqiyê radibin tên girtin. Em dixwazin dewlet dev ji zarokên me berde. Êdî bes e, em ji ber vê zilmê betilîn. Bila girtiyên me bên berdan."    MA / Cengîz Ozbasar