Eskeran 10 kes li Mêrsînê binçav kirin 2021-05-22 09:39:50   MÊRSÎN - Eskeran li Mêrsînê bi ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan de 10 kes binçav kirin. 10 kesên hatin binçavkirin li Fermandariya Cendirmeyan a Mêrsînê têne ragirtin.    Eskeran li Mêrsînê bi fermana Serdozgerê Komarê yê Mêrsînê bi ser gelek malan de girt. Eskeran  di serdegirtina malan de 10 kes binçav kirin. 10 kesên hatin binçavkirin li Fermandariya Cendirmeyan a Mêrsînê têne ragirtin.  Sedema binçavkirina 10 kesan nehat fêrbûn.