Jina ku hat îdîakirin ji serban ket, jiyana xwe ji dest da 2021-05-22 10:20:46   MÊRDÎN - Li Mêrdînê, jina 45 Bedriye Kaynak di saetên serê sibê de bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da. Hat îdîkirin ku Kaynak ji serban ketiye.    Jina 45 salî Bedriye Kaynak a li gundê Embarê ya girêdayî navçeya Artûklû ya Mêrdînê dijiya, bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da. Hin şahidên bûyerê, îdîakirin ku Kaynak ji serban ketiye, lê hinek kesan jî gotin, dawî li jiyana xwe aniye.   Ekîbên tenduristiyê yên bangî cihê bûyer hatin kirin, dan zanîn ku Kaynak jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.