Zilamê tecawîzî zarokekî 8 salî kir, hat girtin 2021-05-22 10:56:46   ŞIRNEX - Li Qilabanê, V.A.U. yê tecawîzî zarokekî 8 salî kiribû, hat girtin.   Li gundê Mehrav a girêdayî navçeya Qilabanê ya Şirnexê, zilamê bi navê V.A. U., tecawîzî zarokekî kur ê 8 salî kiribû. Piştî ku bûyer aşkere bû, V.A.Û., yê 17 salî hatibû binçavkirin.   V.A.U., yê duh li Miduriyeta Polîsan îfade da, di saetên serê sibê de, sewqî Edliya Qilabanê hat kirin. Dozgerê ku îfadeya V.A.U. girt, bi sûcdariya “îstîsmara zayendî” û bi daxwaza girtinê, sewqî dadgehê kir.   Dadgehê bi heman sûcdariyê derbarê V.A.U. de biryara girtinê da û şand girtîgehê. Hat zanîn ku biryara veşartinê ji bo dosyayê hatiye dayîn.