Polîsan bi ser malên Hadî û Suleyman Ozişik de girtin 2021-05-22 14:29:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû Hadî û Suleyman Ozişik gilî kirin, polîsan bi ser malên wan de girtin.    Wezîrê Karê Naxvweyî Suleyman Soylû derbarê rojnamevan Hadî û Suleyman Ozişik ên birayê hev in de gilî kiribû û pişt re derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin. Polîsan di çarçoveya vê lêpirsînê de bi ser malên wan de girtin. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê û Serdozgeriya Komarê ya Anadolû ya Stenbolê ji bo malên Hadî Ozişik û Suleyman Ozişik lêgerîn bê kirin ferman da. Li ser ve yekê polîsan bi ser malên wan de girtin û lêgerîn pêk anîn. Hat diyarkirin ku di lêgerînên li malan de polîsan dest danîne ser kompîturek û du heb telefonên berîkê.