Balafirgeha Leşkerî ya Amedê li firînê tê girtin 2021-05-22 14:29:43 AMED - Baregeha Jet a 8’emîn a Fermandariya Hêzên Esmanî ya Amedê ku hatibû destnîşankirin di êrişa hewayî de pîsta balafirên şer xisar ditiye, bi hinceta xebatên tamîrkirinê, heya mehekê li firînê tê girtin.    Di saet 00.30’ê 19’ê Gulanê de, li dijî Baregeha Jet a 8’emîn a Fermandariya Hêzên Esmanî ya Balafirgeha Eskerî ya Amedê, du êrişên hewayî pêk hatibûn. Dengvedanên êrişa hewayî hîna jî dewam dikin.   Rayedaran piştî êrişa hewayî, dest nîşankiribûn ku “di balafirgehê de tu texrîbat çênebûye,” lê berevajî van daxuyaniyên rayedaran, hatibû diyarkirin ku di pîsta navendî ya Balafirgeha Amedê de çalek mezin vebûye.   BALAFIRGEH WÊ MEHEKÊ GIRTÎ BE   Welatiya Amedê, îro daxuyaniyek nivîskî da û got, pîsta navendî ya Baregeha Jet a 8’emîn a Fermandariya Hêzên Esmanî/Balafirgeha Amedê ya ji ber firînên zêde yên sivîl û eskerî xirab bûye, ji bo tamîrkirinê, wê di 24’ê Gulanê de li firînê bê girtin. Walîtiyê, da zanîn ku wê xebatên tamîrkirinê di nava 30 rojan de, bi dawî bibe.