ÎHD: Xwîn daweriviye mîda nexweş 2021-05-22 15:27:09   ENQERE - Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî, vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê 70 salî Mehmet Alî Çelebî. Endama Lijneya Giştî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen, diyar kir ku gurçikên Çelebî pûç bûne û xwîn daweriviye ser mîda wî. Çevîrmen, xwest înfaza Çelebî taloq bikin.    Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî, di hefteya 350'yemîn de çalakiya xwe berdewam kirin. Înîsiyatifê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê 70 salî Mehmet Alî Çelebî yê li Girtîgeha Tîpa F a Bolu girtî ye. Endama Lijneya Navendi ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nuray Çevirmen, bal kişand ser rewşa Çelebî û wiha got: "Çelebî ji saziyên mafên mirovan re name şandiye û bal kişandiye ser tenduristiya xwe.    'JI DEVÊ WÎ XWÎN TÊ'    Çevîrmen, anî ziman ku gurçikên Çelebî pûç bûne û di meha adarê de xwîn daweriviye ser mîda wî û wiha got: "Demek dirêj e dixwaze biçe bijîşk. Lê ev daxwaza wî nayê qebûlkirin. Piştî demek şûnde xwîn ji devê wî hatiye. Piştî vê yekê verşîna wî dest pê kiriye. Piştî  vê rewşê derziyek li wî xistine û dîsa şandine odeya wî. Cara sêyemîn bijîşkan xwestiye wî rakin nexweşxaneyê û sewq kirine. Beriya sewqa wî bê kirin dîsa xwîn ji deva hatiye û dema birine nexweşxaneyê diyar kirine ku xwîn daweriviye ser mîda wî. Niha dest bi dermankirinê kirine û dermankirina wî didome."     Çevîrmen, herî dawî anî ziman ku gurçikê Çelebî pûç bûne û ji rayedaran xwest ku înfaza wî taloq bikin.