Li Robarokê eskeran welatiyek birîndar kir 2021-05-22 21:47:10   COLEMÊRG - Li Robarokê, eskeran Mehmet Dînç birîndar kirin.        Li gundê Yeşîlova yê navçeya Robarokê ya Colemêrgê, danê êvarî gava Mehmet Dînçê 18 salî pezê xwe diçêrand, eskeran bi çekê bera wî dan û ew birîndar kirin. Dînç ku ji nigê xw ebirîndar bû rakirin nexweşxaneyê.   Di 18'ê Gulanê de jî eskeran li Robarokê bera Şenol Şendol ê 23 salî û Celal Ekîncî yê 17 salî dabûn. Ê Şahap Şendol du pêçiyên wî hatibûn jêkirin û Ekîncî jî 3 caran emeliyat bûbû û niha li nexweşxaneyeke bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistana Federe tedawî dibe.