ROJEVA 23'YÊ GULANA 2021'Ê 2021-05-23 09:00:14   * Mehmet Olcayê betal e û rewşa wî ya aborî nebaş0 ji bo alîkariyê serî li Qeymeqamtiya Yuregîrê da. Qeymeqamtiyê lîreyek tenê xist hesabê wî.    * Rojnamegerê Amarîkayî Lindsey Snell, ku demek dirêj e li Sûriyeyê rojnamegiryê dike, diyar kir ku li herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de ye "Paqijiya nîjadî tê kirin" û got: “Tirkiye li dijî Kurdan aşkere şer dike. Dixwaze împaratoriya Osmanî ji nûve ava bike."     * Baroya Mêrdînê, dixwaze xebatên xwe ne bi feraseta baroyeke tekparêz, bi feraseteke piralî û demokratîk bike.    * Hevserokê EGE TÛHAY-DER'ê anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê pêk tê li tevahiya civakê belav bûye û tecrîd, israra ji bo şer e.    * Dersimiyan ji bo tahdeya eskeran a li jina bi navê V.Y.'yê kirin ku çek spartin serê wê, diyar kirin ku a hatiye kirin polîtîkayeke dewletê ye û got: "Dixwazin gel çavtirsandî bikin. Lê divê em bêdeng nemînin."    * Hevserokê SES'a Êlihê Denîz Topkan, anî ziman ku li bajêr di 2 rojên dawî de testa 120 kesan pozîtîf derketiye û nifûsa bajêr 608 hezar e, lê heya niha tenê 70 hezar kes hatine aşîkirin.    * Li gundekî Robarokê Tacettîn G. hewl dabû tecawizî zarokeke 5 salî bike. Xizmên Tacettîn G. ji bo malbata zarokê dev ji giliya xwe berde, zorê dide malbatê. Dayik Bîlmez S. got: "Heger dewlet û gel aliyê min nekin, ez ê tevî malbata xwe ji vî welatî bar bikim, biçim."    * Dayika Aştiyê Munîbe Koç, 25 sal in ji bo aştiyê di nav her çalakiyê de ye. KOç got: "Divê têkoşîn tim berdewam be."   * Li navçeya Elkê, sûlav û çemên ku her sal diherikîn  û dîmenên xweş derdixistin holê, îsal ji ber hişkesaliyê zuwa bûn.   * Çalakiya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 76'an de didome.