‘Ne tekparêz, em dixwazin bibin baroyeke piralî û demokratîk' 2021-05-23 09:01:41 MÊRDÎN - Baroya Mêrdînê, dixwaze xebatên xwe ne bi feraseta baroyeke tekparêz, bi feraseteke piralî û demokratîk bike.    Baroya Mêrdînê, di 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de Komîsyona Mafên Ziman û Çandî ava kir. Baroyê berê jî tabelaya bi 4 zimanan; kurdî, erebî, tirkî û suryanî daliqandibû û niha jî bi vê komîsyonê dixwaze di warê hiqûqî de piştgiriya mafê çandî û zimanî yên gelên bajêr bike. Sekreterê Giştî yê Baroya Mêrdînê Parêzer Sezgîn Dînç, behsa avakirin û armanca komîsyonê kir.    Dînç, destnîşan kir ku Mêrdîn bajarekî prizimanî û pirbawerî ye û got: "Me xwest em li gor vê xemaliya bajêr tevbigerin û ji bo mafên zimanan tiştina bikin. Paşê me Komîsyona Mafên Zimanî û Çandî ava kir." Dînç, destnîşan kir ku di nav pîşeyeke rêxistinkirî de cih digirin û got: "Armanca komîsyonê, ji bo parêzerên me yên nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin û jê bêpar in, kûrsan veke. Kesên wekî wergêr tînin, ne pispor in. Gelek caran di dema pêvajoyê de problemên edlî rû didin. Pirî caran ev werger dibin sedema cezayan û hin encamên nebaş."    MAFÊN ZIMANAN    Dînç, destnîşan kir ku tenê ne ji bo axaftina bi zimanan, dixwazin mafên di vî warî de jî biparêzin û got: "Wekî tê zanîn Komara Tirkiyeyê li ser asasên polîtîkayên asîmlasiyonê hatiye avakirin. Ji xeynî tirkî zimanên din hemû bi tunebûnê re rû bi rû ne. Çerkezî, lazî û gelek zimanên din bi tunebûnê re rû bi rû ne. Ji ber ku axaftin bi piranî bi kurdî, suryanî û erebî ye, dê xebatên me jî derbarê van zimanan de be."    Dînç, bilêv kir ku xebatên wan ên derbarê gel de jî hene. Dînç, destnîşan kir ku hiqûq û mafên zimanan heye û got: "Gelek kes ji ber ku bi kurdî, erebî û suryankî diaxivin bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Em ê di warê hiqûqî de ji bo van kesan bitêkoşin."    Dînç, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew naxwazin xebatên xwe bi feraseta baroyeke tekparêz bikin, bi feraseteke piralî û demokratîk bikin.