EGE TUHAY-DER: Tecrîd, israra ji bo şer e 2021-05-23 09:02:10   ÎZMÎR - Hevserokê EGE TÛHAY-DER'ê Ahmet Ertaş anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê pêk tê li tevahiya civakê belav bûye û tecrîd, israra ji bo şer e.    Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yê bêdem û dorveger ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, didomin. Hevserokê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê Ji Bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Egeyê (EGE TÛHAY-DER) Ahmet Ertaş, çalakiyên greva birçîbûnê nirxand û bertek nîşanî bêdengiya rayedaran da.    Ertaş, anî ziman ku daxwaziyên çalakiyên li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan, daxwazine insanî û demokratîk in û piştî çalakiyên greva birçîbûnê li girtîgehan zext û zorî zêde bûne. Ertaş, da zanîn ku gelek malbat serî li komeleya wan didin û li girtîgehan pêkanînên kêfî pir zêde bûne û ji bo çareserkirina pirsgirêkan tu gav nayên avêtin. Ertaş, destnîşan kir ku rayedar ji bo grevên birçîbûnê xwe li bêdengiyê danîne.    ‘QANÛNÊN XWE BINPÊ DIKIN'    Ertaş, diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûne û got: "Qadên hevpar nayên bikaranîn, astengî li ber hevdîtin, name û pirtûkan heye û xizmeta tenduristiyê tê binpêkirin. Girtiyan pir dereng dişînin nexweşxaneyê. Ên diçin nexweşxaneyê jî di vegerê de bi hinceta pandemiyê herî kêm 14 rojan di hucreyan de tên tecrîdkirin. Girtiyên nexweş ên nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin jî nayên tedawîkirin. Ev binpêkirin jî nîşan didin ku dewlet qanûnên xwe binpê dike."    ÎŞKENCE   Ertaş, destnîşan kir ku binpêkirinên mafan jiyana girtiyan bi temamî veguherandiye îşkenceyê û got: "Binpêkirinên mafan, li girtîgehan rengvedana feraseta yekzilamiyê ne. Dixwazin bi van pêkanînan vîna girtiyan bişikînin. Ev pêkanîn nayên qebûlkirin. Em ê li her derî li dijî tecrîa li Îmraliyê û xespkirina mafan ên li girtîgehan berteka xwe ya demokratîk nîşan bidin."    ISRARA JI BO ŞER    Ertaş got: "Tecrîda li Îmraliyê, li tevahiya civakê tê kirin. Tecrîd, israrkirina ji bo şer e. Astengia herî mezin e li ber aştiya civakî. Bi berberîbûnê ne pêkan e ku civak azad bibe. Pêdiviya civakê bi aştî û biratiyê heye. Rêya vê jî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e."    MIROV DIHELIN   Ertaş di dawiya axaftina xwe de bang kir ku her kes li dijî tecrîdê rabe û got: "Divê bertekên demokratîk bên nîşandan. Heya ev neyê kirin, ne mimkun e yek ji me jî jiyaneke xwedîwijdan bidomîne. Li ber çavê me mirov ji bo aştiyê û pêşerojeke demokratîk dihelin."    MA / Nacî Kaya