Dersimiyan bertek nîşanî tahdeya eskeran dan: Dixwazin gel çavtirsandî bikin 2021-05-23 09:02:33   DERSIM - Dersimiyan ji bo tahdeya eskeran a li jina bi navê V.Y. kirin û çek spartin serê wê, diyar kirin ku ya hatiye kirin polîtîkayeke dewletê ye û ev tişt gotin: "Dixwazin gel çavtirsandî bikin. Lê divê em bêdeng nemînin."    Di 20'ê Gulanê de li ser rêya Pulura Dersimê, eskeran bi hinceta "gumanbar" e li rawestgeha otobêsan jina bi navê V.Yç li erdê dirêj kiribûn, çek spartibûn serê wê û tahde lê kiribûn. Dersimiyan bertek nîşanî vê pêkanînê dan.    ‘DIVÊ KES XWE LI BÊDENGIYÊ DANEYNE'    Denîz Zamûr, diyar kir ku gava çav bi wê dîmenê ket pir hêrs bûye û got: "Li erdê jinek û diqîre. Tahdeyeke mezin lê kirin. Divê tu kes li ber van pêkanînan bêdeng nemîne. Ev ne cara ewil e. Cendirme û polîsan bajarê me dorpêç kirine. Divê em hişyar bin."    ‘DIXWAZIN ÇAVTIRSANDÎ BIKIN'    Îbrahîm Talay, anî ziman ku tişta hatiye kirin, bi zanebûnî hatiye kirin. Talay, diyar kir ku gumana "bombeyê" bahane bû û got: "Gotin bombe pê re heye. Lê diçin cem wê û çekê dispêrin serê wê. Tevdîr nehatin girtin. Rasterast çek spartin serê wê. Bi vî awayî xwestin gel çavtirsandî bikin. Baş bû gel bertek nîşanî cendirmeyan da. Heger bertek nehatana nîşandan, dê bûyerên bi vî rengî pir zêde bûbûna. Tişta kirin, tiştekî pir şaş e."    Selvîhan Gurkmen, anî ziman ku divê dawî li tahdeya dewletê bê û got: "Heger gel bertek nîşan nedane, belkî jinikê bikuştana."    BERTEK    Nûrî Ûçan, destnîşan kir ku gel ji sala 1938'an ve bi polîtîkayên dewletê re rû bi rû maye û polîtîkayên zext û zoriyê û asîmlasiyonê didomin û got: "Haya me ji her tiştî heye. Ne rast e ku mirov çekê bispêre jinekê. Divê bertek bên nîşandan."    Serkan Çelebî jî destnîşan kir ku armanc çavtirsandina civakê ye û got: "Lê divê kes bêdeng nemîne."    'BILA BIÇIN'    Gulnaz Guç jî tahdeya li jinê tê kirin şermezar kir û got: "Çima tiştên wiha bi gelê me diki? Madem ji me bawer nakin, nexwe bila biçin. Li dijî tiştên bi vî rengî divê xwe birêxistin bikin."    PEYMANA STENBOLÊ    Lîza Karataş jî diyar kir ku bi fesixkirina Peymana Stenbolê re derdoreke bêewle hatiye afirandin û di rewşên wiha de divê jin piştgiriya hev bikin."    MA / Ayşe Surme