Dadgeha Herêmê biryar da ku Agar û bersûcên din ji nûve bên darizandin 2021-05-23 14:07:54   ENQERE - 1'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Enqereyê, di doza JÎTEM'ê ya Enqereyê de biryar da ku Mehmet Agar û bersûcên din ji nûve bên darizandin.    Doza JÎTEM'ê ya Enqere û bajarên derdora wê, ya têkildarî înfaz û windakirina 19 kesên ku di salên 1993-1996'an de rû dabû, di 13'ê Kanûna 2019'an de li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hatibû dîtin. Dadgehê wê demê biryara beraetê dabû. Doza JÎTEM'ê wekî "Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê dihat pênasekirin. 1'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Enqereyê, biryara beraetê xera kir. Dadgehê, di doza JÎTEM'ê ya Enqereyê de biryar da ku Mehmet Agar û bersûcên din ji nûve bên darizandin.