Di 24 saetan de 197 kesan jiyana xwe ji dest dan 2021-05-23 20:11:05 NAVENDA NÛÇEYAN -  Ji ber şewba vîrûsa koronayê, di nava 24 saetên dawî de, 197 kesan jiyana xwe ji dest dan, 7 hezar û 839 pêketiyên nû hatin tespîtkirin.   Wezareta Tenduristiyê, tabloya xwe ya nexweşên rojane yên şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) parve kir. Li gorî danayan, li Tirkiyê û Kurdistanê, ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) di nava 24 saetên dawî de, 197 kesan jiyana xwe ji dest dan, 7 hezar û 839 pêketiyên nû hatin tespîtkirin.   Bi vî awayî, bi giştî hejmara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan derket 46 hezar û 268'an, hejmara kesên bi şewbê ketin bû 5 mîlyon, 186 hezar û 487.