‘Pêkanînên li dijî penaberan, dûrî qanûnên gerdûnî ne’ 2021-05-24 09:00:36 ÎZMÎR - Endamê Desteya Rêveber a Baroya Îzmîrê Alî Deman Guler, anî ziman ku pêkanînên li dijî penaberan, dûrî qanûnên gerdûnî ne û ji bo parastina mafên penaberan ên di peymanên navneteweyî de cih digirin bang kir. Bi nijadperistî, tundî û xizantiya zêde dibe re, binpêkirinên mafan û pêkanînên dij mirovî yên li dijî penaberan jî, her roja diçe zêdetir dibin. Di nava welatên ku herî zêde penaber rastî binpêkirinên mafan tên, Tirkiye jî heye. Li Tirkiyeyê herî kêm 4 milyon û nîv, penaber hene. Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Herêma Egeyê ya 4 mehên ewil ên sala 2021’an, 2 hezar û 980’î binpêkirinên mafan ên li dijî penaberan, hatin tespîtkirin. Binpêkirinên mafan ên herî zêde jî, li Navenda Îade Kirinê (GGM) a ku penaber lê tên girtin, rû didin. Binpêkirina maf a herî dawî jî, di 10’ê Gulanê de li GGM a Harmandali ya Îzmîrê hat jiyîn. Rayedarên GGM’ê di serdegirtina odeyan de, îşkence bi penaberan kiribûn û ew derb kiribûn.    DAXUYANIYA WALÎTIYÊ   Endamê Desteya Rêveber a Baroya Îzmîrê Alî Deman Guler, derbarê pirsgirêkên penaber ên dijîn û binpêkirinên mafên wan de, ji ajansa me re axivî. Guler, derbkirina penaberên li GGM a Harmandalî bi bîr xist û wiha got: “Piştî lêxistina penaberan me şandeyek peywirdar kir. Di çarçoveya raporên derbkirinê de me gilî kir. Lêpirsîn hîna jî dewam dike. Walîtiya Îzmîrê di daxuyaniya da de, gotibû, ‘Di çarçoveya qanûnî de, mudaxileyî penaberan hatiye kirin. Ji ber ku penaberan bûyer derxistin, li wan hatiye xistin.’ Ev daxuyaniya ku penaberan sûcdar nîşan dide nayê qebûl kirin. Ev nêzîkatiyek şaşe. Berî ku walîtî daxuyanî bide, diviya bû dest bi lêpirsînê bike.”    BINPÊKIRINÊN MAFAN   Guler, diyar kir ku GGM bi awayekê aşkere nayê birêve birin û wiha bilêv kir: “Ev der li saziyên civakî yên sivîl girtiye. Ev jî dide nîşandan ku, pirsgirêkên mezin li vê derê hene. Bi hezaran penaber hene, lê yek parêzerekê ku wan biparêze tuneye. Nêzî 4 milyon û nîv penaber dibin navê ‘mêvantiyê’ de, bi awayekê bêstatu tên girtin û ev rewş rê li ber gelek binpêkirinên mafan vedike. Penaber, di warê geştê de, cudakariyê de, tenduristî, perwerde, xebat û hwd. de rastî binpêkirinên mafan tên. Mafên penaberan ên maf û azadiyê, ji wan tên standin.”     ‘DERIYAN VEKIN’   Guler, dest nîşan kir ku pêkanînên li dijî penaberan ên GGM’ê dûrî qanûnên gerdûnî ne û wiha got: “Weke baroyê, me tu carî nekarî ku em bikin GGM’yê. Baro, nûnerên fermî yên parazvana ne. Ger bi xwe bawerin, wê demê bila deriyan li me vekin. Derbarê cihekê ku me qet nedîtiye de agahiyan didin me û ji me dixwazin ku em van daxuyaniyan qebûl bikin. Lê em tenê dikarin agahiyên ku muwekîlên me bidin, qebûl bikin û parve bikin. Di 18’ê Gulanê de, şandeyeke ji Konseya Ewropayê hat û GGM’a Harmandalî ziyaret kir. Lê ji nûnerên Konseya Ewropayê bêtir mafê me heye ku em serdana cihê penaberan bikin. Bila deriyan li me vekin.”   Guler, bal kişan ser parastina maf û azadiya penaberan û ev bang kir: “Divê li gorî standartên gerdûnî mafên penabaran li Tirkiyeyê bê parastin.”    MA / Nacî Kaya