Hiqûqnas Yildiz: Tenduristiya çalakvanan di talûkê de ye 2021-05-24 09:00:38 STENBOL - Ji parêzerên HDP’ê Destîna Yildiz, diyar kir ku tenduristiya çalakvanên li dijî tecrîdê ketin greva birçîbûnê di talûkê de ye û ji bo daxwazên girtiyan bên qebûlkirin, banga hestiyariyê li raya giştî kir.  Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, di 27’ê Mijdara 2020'an de dest pê kir, di roja 179’emîn dewam dike.   Endama Komelaya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Destîna Yildiz, têkildarî tecrîd û binpêkirinên mafan nirxandinên girîng kir.   QEDEXEYA ÎŞKENCEYÊ BIN PÊ DIKIN   Yildiz, diyar kir ku tu bingeha tecrîdê tuneye û wiha axivî: “Ji ber sedemên siyasî, tecrîd tê pêkanîn. Destûr nayê dayîn ku Ocalan tu mafê xwe bi kar bîne. Ev ne hiqûqiye. Biryarên DMME’yê yên derbarê Ocalan de hene. Tespîtên di raporên DMME û CPT’iyê de hene. Ev îşkence û muameleya xirab, binpêkirina mafane. Demek evqas dirêj, ji mafan bêpar hiştin, rêbazê îşkenceyê ye. Tecrîd û binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de, bi hev ve girêdayîne. Girtiyan mehkûmî ceza di nava cezayan de dikin. Pandemî ji bo wan tenê bi hincet. Di vê pêvajoyê de gelek binpêkirinên mafan rû dan. Em pêkanîn xizmeta heman armancê dikin.”   ŞER Û MERCAN GIRAN DIKIN   Yildiz, çavdariyên xwe yên derbarê girtîgehan de wiha vegotin: “Mafê agahî girtinê yê girtiyan hatiye sînordarkirin. Rojnameyan nadin girtiyan û qenalên TV’î yên mûxalif ji bo girtiyan venakin. Di heman demê de pirtûkan nadin girtiyen. Gelek girtî nayin derman kirin. Ji pêvajoya pandemiyê ve dermankirina girtiyan tên astengkirin. Sewqên ji bo nexweşxaneyan hatine rawestan. Girtiyên nexweşên kronîk hene. Girtiyên nexweşên giran hene. Dermankirina wan demek dirêj hat astengkirin. Dûre dest bi sewqên nexweşxaneyan kirin, lê vê carê jî girtî ji ber şert û mercên di qawîşên karantînayê de naxwazin biçin nexweşxanê. Dema ku em van hemûyan dinirxînin, di vê pêvajoyê de, tecrîd û binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de pir giran bûn.”   TENDURISTIYA GIRTIYAN DI TALÛKÊ DE YE   Yildiz, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê û wiha dewam kir: “Me 12 girtîgehên herêma Marmarayê ziyaret kirin. Nêzî 613 girtî ketine greva birçîbûnê. Tenduristiya girtiyan bi awayekê rast û dirûst nayê kontrolkirin. Vîtamînan nadin girtiyan. Her çiqasî çalakiya greva birçîbûnê dorveger jî be, heman girtî di demek kurt de ji nû ve dubere dikeve greva birçîbûnê. Ev ji bo girtiyan hîn bi rîsktire. Ji ber ku dikeve greva birçîbûnê, berdide, piştî demekê cardin dikeve greva birçîbûnê. Çerxek wiha heye. Ji ber vê bedana mirov zêdetir bi bandor dibe. Di çalakiyên greva birçîbûnê yên dorveger de, beden bêtir bi tesîr dibe. Ev rewş bêtir zirarê dide tenduristiya mirovan. Ev yek encamên xirabtir bi xwe re tîne.”   BANGA HESTIYARIYÊ    Yildiz, dest nîşan kir ku wan weke Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê, bi partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û rêxitinên girseyî yên demokratîk re hevdîtin kirin û ev bang li raya giştî kir: “Di hevdîtinan de me got tecrî ne hiqûqiye û rêbazekê îşkenceyê ye. Em hewl didin ku dengên girtiyan bidin bihîstin. Ji bo ku dengê girtiyan bê bihîstin û daxwazên wan bên qebûlkirin divê raya giştî, sazî û dezgên civaka sivîl û rêxistinên demokratîk bikevin nava liv û tevgerê. Daxwazên girtiyan hêsanin.”    MA / Îdrîs Sayilgan