‘Ev pergal dijminê mirov û Kurdan e’ 2021-05-24 09:00:40 ANTALYA - Huseyîn Ayik ê di salên xwe yên ciwantiyê de neçar dimîne ku navçeya lê dijî terk bike, anî ziman ku ne pêkane ku mirov behsa hiqûq-edaletê bike û got: “Ev pergala dijminê mirov û Kurdan e.”  Ji ber nêzîkatî û zextên dewletê yên li dijî pirsgirêka Kurd, bi taybetî di salên 1990’an de bi hezaran malbatên Kurd neçar man ku cih û warên xwe terk bikin. Bi avakirina komarê re, li ser erdnîgariya Andoliyê ku gelên hindikahiyê tune hatin hesibangin û pergaleke tekparêz hat ferzkirin, bi dehan serhildan rû dan. Di têkoşîna çand û nasnameyê ya gelê Kurd ku di dîrokek nêz de dest pê kir û 40 salin dewam dike de, bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes jî, bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin derxistin û neçar man ku tevahiya jiyana xwe li sirgûnê derbas bikin.     ZEXTÊN HÎZBÛL-KONTRA   Welatiyê 51 salî Huseyên Ayik ê di salên xwe yên ciwantiyê de rêyê rast ê tundiya dewlet û hêzên girêdayî dewletê dixebitin nas dike, piştî demekê neçar dimîne ku cih û warê xwe terk bike. Ayik ê qala jiyana xwe ya 30 salan a di sîrgûnê de derbas kir, li navçeya Farqînê ya Amedê hatiye dîtin. Ayikê li Farqînê mezin dibe, hez ji têkoşîna nasnameyê ya gelê Kurd dike û bi vê re xwedî ziman, çand û nasnameya xwe derdikeve. Di salên 1990’an de, li Farqînê, esker û polîs bi dehan car Ayik bin çav dikin, îşkenceyê lê dikin û bi gotina “Ji xwe wê Hizbûllbah te bikujin” wî serbest berdidin. Di pêvajoya ku kesên welatparêz ji aliyê Hizbûl-Kontra ve tên hedefgirtin de Ayik, ji ber êriş û zextan, neçar dimîne ku sirgûnê derveyî welat bike.     JI BER ZEXTAN   Huseyên Ayik ê zewicî û 4 zarokên wî hene, derbarê serpêhatiya xwe de axivî. Ayik, diyar kir ku di sala 1992’yan de ji ber zextan koçî Ewropayê dike. Ayik ê piştî demek kurt malbata xwe ji dibe ba xwe, wiha behsa xwe kir: “Li Ewropayê, demek dirêj em di kampên penaberan de man. Li Ewropayê, hinek rehetir em dikarin bi nasnameya xwe bijîn. Em çand û nirxên xwe baştir dikarin biparêzin. Piştî 8 salan, bi malbatî em vegeriya welatê xwe Amedê. Di dawiya dawî de, min hemû talûkeyên kuştin û girtinê jî dan ber çavên xwe. Di sala 2000’an de, em li Amedê bi cih bûn. Heya demekê em li vê derê man. Dûre ji ber pirsgirêkên aboriyê, di sala 2003’an de me koçî Antalyayê kir. Min hemû zarokên xwe bi zanebûn çand, nirx û nasnameya wan mezin kirin.”    ‘PIŞTÎ ÇALAKIYA KURÊ MIN…’   Ayik, da zanîn ku kurê wî Mehmet Ayik di sala 2011’an de, bi armanca şermezarkirina zextên li ser têkoşîna nasnameya Kurd bendana xwe da ber agir û wiha pê de: “Kurê min li dijî êrişên li ser Kurdan çalakiya şermezarkirinê pêk anî. Kurê min Mehmet piştî têkoşîna jiyanê ya 8 rojan, jiyana xwe ji dest da. Dewletî piştî çalakiya kurê min, bi her awayî êrişî min kir. Di her qadê de xwestin me teslîm bigirin û dengê me qût bikin. Di sala 2015’an de, bi îdîaya ku min û hevjîna min li ser medya înternetê me propagandeya rêxistinê kiriye em girtin û şandin girtîgehê. Em 3 meh û nîvê di girtîgehê de man. Wê demê keçe min zanîngeh dixwend. Kurekê min jî li Îzmîrê di girtîgehê de bû. Kurekê min ê 7 salî di malê de bi tena serê xwe ma. Di şexsê malbata me de, xwestin civakê çav tirsandî bikin.”    ‘BÊ HIQÛQÎ KIRIN’   Ayik, da zanîn ku kurê wî yê mezin hîna jî di girtîgehê de ye û wiha bilêv kir: “Ligel ku nexweşiya wî girane jî, bi hincetên vikî vale di girtîgehê de digirin. Kurê min bi awayekê bêhiqûq girtiyen. 6 salin doza wî dewam dike. Ewil 3 salan girtî ma. Dûre hat berdan. Çend meh şûnde, cardin hincetek dîtin û girtin. Şahidekê nepen derbarî wî de îfade da. Lê di dîroka ku dibêjin ku şahidê nepen îfade daye de, kurê min di girtîgehê de bû. Bi awayekê aşkere, bêhiqûqiyê dikin. Bi taybetî vê yekê dikin.”    ‘EM DIXWAZIN ÇANDA XWE BIJÎN’   Ayik, dest nîşan kir ku ne pêkane ku behsa edalet-hiqûqê bikin û wiha bi dawî kir: “Bi hezaran salane, yên ku bi lîstokan dibin desthilatdar bi lîstokên cur bi cur faşîzma xwe dewam dikin. Hîtler çi kiribe, ev jî wê dikin. Ev pergal dijminên Kurd û mirovane. Yanî dijmîne hemû kêm netewane. Em jî mîna hemû gelên din dixwazin bi çand, ziman û nasnameya xwe bijîn. Ji ber ku em vê yekê dixwazin, em li Tirkiyeyê cih nabînin. Parazvanên mafên mirovan û demokrasiyê, li vî welatî yan tên girtin, an tên kuştin an jî tên sîrgûnkirin.”