Li Edeneyê serdegirtinên malan: 20 kes binçav kirin 2021-05-24 09:28:26   EDENE - Polîsan navenda wê Edene li sê bajaran bi ser malan de girtin û rêveberên DBP’ê û HDP’ê jî di nav de 20 kes binçav kirin.    Di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Edenê bi rê ve dibir de polisan li Edene, Şirnex û Dersîmê bi ser gelek malan de girt û rêveberên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 20 kes binçav kirin. Hat hînbûn ku kesên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatine binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Edeneyê tên ragirtin.    Navên hin kesên ku polîsan binçavkirine wiha ne: Rêveberê HDP’ê yê Edeneyê Mehmet Yaşik, Rêveberê TÛAYDER’a Çûkûrovayê Mehmet Tûtûş û Cîgerxwîn Guven.