Malbata Şenyaşar: Kujer diyar in lê dozger tuneye 2021-05-24 10:57:00   RIHA – Malbata Şenyaşar ku 77 roj in li ber Edliyeya Rihayê mobeta “edaletê” digire, ev daxuyanî da: “Kujer diyar in lê dozgerê ku tişta pêwîst bike tuneye.”   Nobeta “Edaletê” ya Malbata Şenyaşar ku 3 ferdên wê ji aliyê Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin di roja 77’an de didome. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku îro jî serê sibehê hatin pêşiya Edliyeya Rihayê û dest bi nobeta xwe kirin.    DOZGER TUNEYE!   Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê twîtterê ev parvekirin kir: “Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê 3 mirovên me hatin qetilkirin. Bila rayedarek rabe û bibêje, ‘tiştek wiha pêk nehatiye’. Em ê jî biçin mala xwe. Kujer diyar in lê dozgerê ku tişta pêwîst bike tuneye. Têkoşîna me ya EDALETÊ heta ku bersiv bibînê dê bidome… Em ê bêdeng nebin.”