Şewata bi operayonê re dest pê kir belav dibe 2021-05-24 11:29:29   DERSIM - Li sêgoşeya navçeyên Pulur, Xozat û Çemîşgezekê, şewata bi operasyona eskerî re dest pê kir, belav dibe.     Li çoltera gundê Koçkozlûca ya dikeve sêgoşeya navçeyên Pulur, Xozat û Çemîşgezekê yên Dersimê, eskeran di 20’ê Gulanê de dest bi operasyonê kirin. Bi dest pê kirina operasyonê re agir bi daristanê ketibû. Li gorî agahiyên ji gundiyên herêmê hatin girtin, ji bo vemirandina şewata belav dibe, tu hewldanek tuneye.   HEDEF: GEFÊ LI JIYANÊ DIXWE   Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF), li ser hesabê xwe yên medya înternetê, derbarê şewata ku belav dibe de, daxuyaniyek parve kir û wiha got: “Rîska ku şewat li qadek mezin belav bibe heye. Şewat jiyana li herêmê tehdît dike. Demildest divê mudaxileyî şewatê bê kirin û jiyana zindiyan bê parastin.”    Walîtiya Dersimê û Miduriyeta Giştî ya Daristanan, ligel ku 4 roj bi ser şewatê re derbas bûn jî, hina tu daxuyaniyek ne dane.   Li aliyê din, di 9’ê Gulanê de jî, piştî operasyona eskerî ya Amûtka ya nêzî gundê Koçkozluca hatibû lidarxistin, agir bi daristanê ketibû. Şewata ku 6 rojan dewam kir, ji ber xwe ve vemirî bû.