Ozturk: Bi kûrkirina tecrîdê re Tirkiye radestî mafyayan bû 2021-05-24 14:28:28   AMED – Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, diyar kir ku têkiliyan mafya û dewletê ya bi hev re encama tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û ev tişt got: “Bi kûrbûna tecrîdê re Tirkiye radestî mafyayan bû. Çareserkirina vê di şikandina tecrîdê de derbas dibe. Ji bilî azadiya birêz Ocalan çareseriyeke din tuneye.”   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi rojeva tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî vê tecride li avahiya HDP’ê ya Navçeya Rezan a Amedê li hev civiyan. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, aktîvîstên TJA’yê û parlamenterên HDP’ê tevlî civînê bûn.    ‘PEYMANA NEYARTIYA KURDAN’   Di civînê de Hevseroka KCD’ê Berdan Ozturk axivî û diyar kir ku AKP-MHP polîtîkayên “neyartiya kurdan” dimeşînin û wiha got: “Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ji bo tasfiyekirina gelê kurd sond xwarî ne. 6 sal in êrişên xwe yen herî qêrij bi polîtîkayên xwe yên qêrij dimeşînin. Heta îro encam negirtine wê ji îro pê ve jî encamnegirin. Îro hemû qêrijiya wan derketie holê û gelên Tirkiyeyê vê bi awayekî vekirî dîtin. Li holê ye ku bi çete û mafyayan re li ser neyartiya kurdan li hev kirine. Êdî nikarin van têkiliya qêrij biveşêrin. Dîsa dixwazin bi zext û êrişên ser kurdan ser vê biveşêrin. Wê ev êriş têkoşîna me ya mafdar asteng nekirin. Divê êdî gelên Tirkiyeyê vê rastiyê bibînin.”   ‘DIVÊ AZADIYA OCALAN PÊK BÊ’-   Di berdewamê de Ozturk, destnîşan kir ku têkiliyên mafya û dewletê encama tecrîdê ye û ev tişt anîn ziman: “Bi kûrbûna tecrîdê re Tirkiye radestî mafyayan bû. Feydeya vê ji gelên Tirkiyeyê re tuneye. Çareserî ne binçavkirin, zext, êriş, binçavkirin û girtina kurdan e. Çareserkirina vê di şikandina tecrîdê de derbas dibe. Divê şertên bihîstina deng û azadiya Birêz Ocalan bên avakirin. Ji bilî azadiya birêz Ocalan çareseriyeke din tuneye.”   Civînê piştre ji çapameniyê re girtî berdewam kir.