Cenazeyek di Çemê Dîcle de hat dîtin 2021-05-24 15:17:54   ÊLIH - Cenazeyê zilamekî di Çemê Dîcle de hat dîtin.    Li nêzî Pira Kantar a li ser Çemê Dîcle ya 20 kîlometre dûrî navenda Êlihê, cenazayê zilamekî hat dîtin. Ekîbên AFAD’ê bi agahî dayînê re sewqî herêmê hatin kirin û cenaze ji avê derxistin.   Hat tespîtkirin ku cenaze aydê Bedrî Oguz ê 46 salî yê li ser nifûsa gundê Xirro ya girêdayî navçeya Kercewsê qeyd kiribû. Cenazeyê Ogûz ê hat îdîakirin ku berî 3 rojan dawî li jiyana xwe aniye, ji bo otopsiyê, rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.