Girtiyê nexweş Ozkan cardin rakirin nexweşxanê 2021-05-24 16:22:47 AMED - Girtiyê 83 salî Mehmet Emîn Ozkan ê nexweşê giran û li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê girtin, ji ber ku rewşa wî nebaş bû, cardin rakirin Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gaziî Yaşargîlê.   Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî yê  li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê girtin, ji ber ku rewşa wî nebaş bû, di 17,18-19 û 20’ê Gulanê de, 4 caran rakirin Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê. Di 20’ê Gulanê de, ji ber ku rewşa tenduristiya Ozkan ne baş bû, biryara razanê ji bo wî hatibû dayîn. Ozkan ji ber ku tedawiya bi kelepçeyê red dike, wî cardin paşve dibin girtîgehê.    CARDIN RAKIRIN NEXWEŞXANÊ     Ozkan ê 25 sal in girtî ye û rewşa tenduristiya wî nebaş bû, îro careke din rakirin Nexweşxaneya Gazî Yaşargilê. Keça Ozkan Semra Ozkan, derbarê rewşa bavê xwe de axivî û wiha bertek nîşanî xemsariya rayedaran da: “Derbarê rewşa tenduristiya bavê xwe de em li girtîgehê geriyan. Ji me re gotin, 'wê careke din rakin nexweşxanê. Niha bavê min li nexweşxaneyê ye. Di encama testên girtine de wê derbarê bavê min de, biryara ku li nexweşxanê bila raze yan na wê bidin. Bavê min kursiyê biteker anîn nexweşxaneyê. Rewşa bavê min pir giran bûye. Dema min bavê xwe dît, ez pir êşiyam. Ji ber vê nîqaş di navbera min û eskeran de derket. Eskeran ji ber vê girtek girtin. Destûr nedan ku ez nêzî bavê xwe bibim."   Ozkan piştî tehqîqên li nexweşxaneyê, careke din birin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.