Li dijî SES'ê operasyon: Gelek endam û rêveber hatin binçavkirin 2021-05-25 08:53:49 ENQERE - Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabey jî di nav de gelek endamên SES'ê hatin binçavkirin.  Polîsan vê sibehê di çarçoveya lêpirsînek hatiye destpêkirin de bi ser malên endam û rêveberên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) de girtin. Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabey jî di nav de gelek endamên SES'ê hatin binçavkirin.    Hevseroka SES'ê ya berê Gonul Erden li Dersimê, Endamê Desteya Rêveberiya Navendê ya SES'ê ya berê Fîkret Çalagan li Stenbolê, Rona Temellî li Wanê hatin binçavkirin.    Yên di serdegirtinan de hatine binçavkirin navê wan wiha ye: Rêvebera Navenda SES'ê ya berê Belkiz Yûrtsever, Hevseroka Giştî ya SES'ê ya berê Bedriye Yorgun, endamên SES'ê yê teqewîtbûyî Ramazan Taş û Erdal Turan.   Hêceta operasyonê nehat zanîn û tê payîn binçavkiriyan hemû bibin Enqereyê.