ROJEVA 25'Ê GULANA 2021'AN 2021-05-25 09:00:09 * Safiye Çoban di sala 1992'yan de bi topa hewanê hatibû kuştin, bi 15 hezar lîre ji bo tazmînatê ser dosyeya wê hatibû girtin. Di ser qetilkirina Çoban de 29 sal derbas bûn, lê hin jî yek kes nehatiye darizandin. Hevserê Çoban, Beşîr Çoban got ew ê heta dawiya emrê xwe hesab bipirse û dawekar be. * Fadil Şenyaşar ku di êrişa parazvan û xizmên wekîlê AKP'ê de bav û 2 birayên xwe winda kirin, bi birîndarî ji bûyerê xelas bû û dûre 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birin, diyar kir ku ew bi berxwedana dayika xwe Emîne Şenyaşar li ser linga dimîne.   * Li Rihayê darên fisteqan hişk dibin. Cotkar jî li gor quweta xwe hewl didin darên xwe bi xelasiyê bixin.    * Ahmet Kilinç ku îsotan diçîne anî ziman ku her sal rewşa karê wan xirabtir dibe û got: "Êdî em hew dikarin îdare bikin." Karkerên bi heqdesteke erzan dişixulin jî behsa zor û zehmetiya kar kirin.    * Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan, diyar kir ku li Robarokê di hefteyekê de 3 kes bi çekên eskeran birîndar bûne û di lêpirsînên derbarê her du bûyeran de jî îfadeyên eskeran nehatine girtin.    * Rêxistinên çapemeniyê anîn ziman ku rojnamevan ji ber ku rastiyê aşkere dikin hedef tên girtin û ji bo danişîna nûçegihanê me Mehmet Aslan ku dê sibê bê lidarxistin bang kirin: "A tê darizandin rojnamevanî ye."    * Li Pulurê welatiyên ku di salên 1994'an de gundên wan hatibûn valakirin ji nû ve gundên xwe ava kiribûn, diyar kirin ku 8 sal in ji bo pirsgirêka av û ceryanê tu derî nemane lê nexistine.    * Hevdîtina bi rêya telefonê ya Hevşaredarê Şaredariya Bajaroka Weysel Qeranî yê berê Enes Cengîz tê astengkirin. Ji ber ku Cengîz tekmîla îdareya girtîgehê qebûl nake, hevdîtina wî ya telefonê ya bi malbatê re piştî saniyeya 30'yemîn tê qutkirin.    * Çalakiya nobeta "edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 78'emîn de berdewam bike.   * Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) wê têkildarî konferansa bi dirûşma "Nan, azadî, edalet" di meha hezîranê de pêk bîne li Okmeydaniya Stenbolê daxuyanî bide. (10.30)   * MHP, HDP û CHP dê li Meclîsê komcivînên xwe li dar bixin. (10.45-13.30)