Fadil Şenyaşar ê 37 sal ceza lê hat birîn: Ez bi berxwedana dayika xwe li ser linga me 2021-05-25 09:01:29 RIHA - Fadil Şenyaşar ku di êrişa parazvan û xizmên wekîlê AKP'ê de bav û 2 birayên xwe winda kirin, bi birîndarî ji bûyerê xelas bû û dûre 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birin, diyar kir ku ew bi berxwedana dayika xwe Emîne Şenyaşar li ser linga dimîne. Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, beriya hilbijartina giştî, di 14'e Hezîrana 2018'an de, wekîlê AKP'ê yê Rihayê  Îbrahîm Halîl Yildiz serdana kargeha Malbata Şenyaşar kiribû. Di serdanê de parazvan û xizmên Yildiz êrişî malbatê kiribûn û Hacî Esvet Şenyaşar û 2 kurên wî Celal û Adil Şenyaşar kuştibûn. Ji malbata Şenyaşar Ferît, Mehmet û Fadil Şenyaşar bi birîndarî ji êrişê xelas bûbûn. Piştî bûyerê Fadil Şenyaşar, bi hinceta kuştina Mehmet Şah Yildiz, hatibû girtin. Di 2'ye nîsanê de 3'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Meletieyê 37 sal û 9 meh ceza li Fadil Şenyaşar birîbû. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 78 roj in bi daxwaza "Edaletê" li ber Edliya Rihayê  nobet digirin. Fadil Şenyaşar ku di Girtîgeha Xarpêtê de tê girtin, pirsên me yên derheqê girtîgehê, roja bûyerê, doz û çalakiya "Edeletê" de bersivand.    Dema tu li nexweşxaneyê bûyî hatî girtin. Te şandin Girtîgeha Xarpetê ku ji malbat û parêzerên te dû re. Nêzî sê salane tu di hucreyê de têyî girtin. Dema ku tu ketî girtîgehê te çi astengî kişandin?   Tenduristiya min gelek ne baş bû, lê ji bo ku li ba malbata xwe bim min xwest ji nexweşxanê derkevim. Lê hatim girtin. Nikaribûm derdê xwe bînim ziman, lê îfadeya min girtin. Dema îfadeya min derbarê malbata xwe de gelek agahiyên ne baş girtin. Ev bûyer ji bo min gelek tirsdar bû û nikaribûm bi tenê li hemberî wê bisekinim. Min rêkirin Xarpetê ku ji malbat û parêzerên min dûr e. Ev jî ji bo min gelek bixemgîn bû. Lê li hemberî van hemû pêkutiyan bi berxwedana dayika xwe (Emîne Şenyaşar) li ser lingan mam.    Niha şert û mercên girtîgehê çawan in? Tu di nava rojê de çi dikî?    Niha şertên girtîgehê ne pir xirab in.. Ez nêzî sê salan e bi tena serê xwe di hucreyê de dimînin. Sibehê dema ez radibim heya nav rojê pirtûk dixwînim. Piştî xwarina nav rojê ez hinekê bi hevalê di hucreyê de ne re xeber didim. Piştî xeberdanê 2 saetan werzîş dikim û roja xwe diqedenîm.     Dema ku bûyer çêbû tê çawa agahî girt? Dema tu çûyî dikanê tu çi difikiriyî?    Min agahî bi rêya telefonê girt. Dikana ku min lê mêze dikir berî bûyerê jî çend bûyerên din lê çêbûbûn. Ez bi lez derketim û çûm dikanê ku êriş lê pêk hatibû. Dema ez di rê de bûm dengê çêkan hat. Dema gihîştim cihê bûyerê gelek kesan êrişî malbata min dikir. Dema min birayên xwe dîtin, min got ew ê min bikujin. Ez pir tirsiyam. Ji bo ku êrişî rawestînim min çeka xwe keşand û guleyek avet milê ku êrişê birayê min Adîl dikirin. Ez hatim pêşiya dikanê li wira jî min dît ku li Ferît û Celal dixin. Min li wira jî guleyek berda. Piştre gelek kesan bi daran êrîşî min kirin. Bi lêdanê ez derxistim derveyî dikanê. Wê demê de ez ji milê xwe birîndar bûm. Dema hatim dikanê min tenê malbata xwe parast. Dema min agahiya bûyerê girt gelek bi hêrs bûm.    Piştî êrişê xwestin ku têkiliya malbata we rêxistinekê re deynin. Malbata we wekî "terorîst" dan nîşandan. Derheqê vê de hûn çi dibêjin?   Malbata me di halê xwe de ye, ne girêdayî tu rêxistinî ye. Em tucarî vê yekê qabul nakin. Dema li ser malbata me nirxandin dikirin ên ku di bûyerê cih digirt Îbrahîm Yildiz û yên din nehatin girtin. Di derheqê wan da lêgerîn ji nekirin. Ji ber ku di bûyerê de wekîlê AKP Îbrahîm Halîl Yildiz hebû dest xwe nedan wan. Me ev li dozgerîya Meletiyê jî dît. Di dosyayê de qeydên telefonan hebûn, lê ji bo girtinê hincet çêkirin û Îbrahîm Yildiz negirtin.     Ev parastina we ya rewa weke xweparastinê nehat dîtin. Ji ber bûyerê 37 sal ceza li te hat birîn. Tu vî cezayî çawa dinirxînî?    Min ev ceza heq nekiriye. Ji bo ku ez birayên xwe ji kuştinên xilas bikim çûm wir bûm û êriş li min jî hat kirin. Em bi malbatî di nava plansaziyekî de rastî êrişê hatin. Min dikaribû gelek kesan bikuşta lê min tenê yê ku eriş dikir, gulêbaran kir. Ji bo vê yekê dozgeriya Meletiyê 37 sal û 9 meh ceza li min birî. Çalakiya min wekî xweparastin nedît. Lê ez bawer dikim ku wê rojêkê edalet bê bicihanîn. Wê ev bi rêya berxwedana malbata min û yên ku pişgirtiyê didin me çêbibe.    Malbata Yildiz jî ji bo berdana te navbeynkar rêkir cem malbata we û daxwaz kir ku hûn dev ji doza xwe berdin. Siyasetmedar çawa dikarin yekî girtî berdin? Di doza we de erka siyasetmedaran çî ye?    Doza me ji ber ku wekîl û malbata wî di nav de ne siyasî ye. Ji ber vê yekê dozeke bi edalet nayê birêvebirin.. Me li dijî tu kesî kîn negirt û nagirin jî. Em rastî êrişeke hovane hatin. Daxwaza edelatê ne tenê ji bo xwe dixwazin, em ji bo hemû mirovahiyê dixwazin. Em tenê edaletê dixwazin.    5 e îlona 2018'an de te peyam ji Ajansa me re rêkiribû û te anîbû ziman ku herdem malbata xwe difikirî û banga xwedî derketinê kiribû. Malbata te 78 roj in li ber deriyê Edlîyeya Rihayê di çalakiya "Edaletê" de ye. Ji gelek aliyan ve kesên xwedî wijdan malbata te ziyaret dikin. Li gorî te ev serdan bes in? Daxwaza te ji kesên xwedî wijdan çî ye?    Ji bilî çalakiya "Edalete" çi rê ji me re nehiştin. Ez girtim, lê yê ku êrişî me kirin li derve ne. Yê ku piştgiriyê didin malbata min ez spasiyê wan dikim. Min bavê xwe û 2 birayên xwe winda kirin. Em yên ku nehatin kuştin jî xwestin bikujin. Yên ku di êrişê de cih girtin, dibe ku  di demek nêz de werin girtin. 20 roj şûnde we sê sal çêbin, lê hêj jî tu kes nehatiye girtin. Doza nexweşxanê hê jî veşartî ye. Ev bûyer li ber çavê polîsan çêbû. Li dijî wan malbata min çalakî dan destpêkirin. Ji ber ku wekîlê AKP di nava bûyerê de cih digire, pêşveçûn çênabe. Em ê bi pişgirtiya mirovên xwedî wijdan ser bikevin. Ji bo ku dayika min hê bêhtir negirî, divê herkes erka xwe bi cih bîne.   MA / Emrûllah Acar