Ji ber ku ferzkirina tekmîlê qebûl nekir, mafê wî yê telefonê tê binpêkirin 2021-05-25 09:11:41   SÊRT - Hevdîtina bi rêya telefonê ya Hevşaredarê Şaredariya Bajaroka Weysel Qeranî yê berê Enes Cengîz tê astengkirin. Ji ber ku Cengîz tekmîla îdareya girtîgehê qebûl nake, hevdîtina wî ya telefonê ya bi malbatê re piştî saniyeya 30'yemîn tê qutkirin.    Hevşaredarê Şaredariya Bajaroka Weysel Qeranî ya bi ser navçeya Hawêl a Sêrtê yê berê Enes Cengîz, di 21'ê kanûna 2016'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û niha di Girtîgeha Êlihê ya Tîpa T'yê de ye. Cengîz, 8 meh berê ji Girtîgeha Sêrtê ya Tîpa E'yê sewqî Girtîgeha Êlihê ya Tîpa T'yê hatibû kirin û 6 meh in bi tena serê xwe di hucreyekê de ye.   Lê belê malbata Cengîz diyar kir ku hevdîtina wan a bi rêya telefonê di saniyeya 30'yemîn de tê qutkirin.    HEFTÊ 30 SANIYEYÎ BI TELEFONÊ DIAXIVE    Di 7'ê Gulanê de testa Cengîz pozîtîf derketibû û ji ber ku tekmîla ku îdareya girtîgehê lê ferz dike qebûl nake, 5 meh in hevdîtina wî ya bi telefonê di saniyeya 30'yemîn de tê qutkirin. Duh jî telefonî malbata xwe kiriye û cardin telefon di saniyeya 30'yemîn de hatiye qutkirin. Her wiha Cengiz ragihandiye ku testa wî ya Covîd-19'ê vê carê negatîf derketiye.    ‘HEVDÎTINA GIRTÎ TÊ ASTENGKIRIN'    Keça wî Esra Cengîz, diyar kir ku nexweşîna KOAH'ê bi bavê wê re heye û bi zorê ji şewba Covîd-19'ê xelas bûye. Cengîz, anî ziman ku hevdîtinên vekirî tune ne û yên girtî jî ji ber cezayê dîsîplînê tên astengkirin. Cengîz got: "Herî dawî 3 meh berê avêtine ser qawîşê. Bavê min jî li ber vê pêkanînê rabûye û ji ber vê 2 meh cezayê hevdîtinê lê hatiye birîn. Paşê derket holê ku bi Covîd-19'ê ketiye."    ‘BIRYAREKE KÊFÎ'    Cengîz, destnîşan kir ku di dema hevdîtina bi telefonê de îdareya girtîgehê agahî ji wan xwestine. Cengîz, anî ziman ku ev bêhiqûqîtî ye û ji ber ku vê bêhiqûqîtiyê qebûl nakin 5 meh in her her hefte hevdtina bi telefonê di saniyeya 30'yemîn de tê birîn. Cengîz, bilêv kir ku ev pêkanîn li girtîgehên din tune ne û got: "Li girtîgehên din malbatên hin hevalên min hene. Karmendên nas hene, min ev tişt ji wan pirsî. Hemûyan jî got, tiştekî wis atune ye. Ev biryareke kêfî ya girtîgehê ye. Bavê min jî vê bêhiqûqîtiyê qebûl nake. Û tekmîlê nade."    Cengîz, diyar kir ku ji ber pêkanînên rêvebiriya girtîgehê dibe ku cardin bavê wê bi Covîd-19'ê bikeve û got: "Nahêlin malbat û parêzer biçin. Parlementerê HDP'ê yê Sêrtê Siddik Taş xwest hevdîtinê pê re bike. Serî li Wezareta Dadê da û serlêdana wî hat qebûlkirin. Em li bendê ne çend roj bi şûn de hevdîtin pêk bê. Fikarên me hene. 13 meh cezayê bavê min mayye. Hê nehatiye aşîkirin."