Li Meletiyê li kêleka rê kesek mirî hat dîtin 2021-05-25 10:45:55   MELETÎ - Polîsên ku ji bo îxbara şer çûn, li kêleka rê kesê bi navê Serkan Oktay mirî dîtin. Têkildarî bûyerê 3 kes hatin binçavkirin.   Li Taxa Bagyolû ya navçeya Hekîmxan a Meletiyê kesek li kêleka rê mirî hat dîtin. Li gorî îdiayan, polîsên ji bo îxbara şer çûn, li kêleka rê kesekî ku bi çekê hatiye kuştin dîtin. Polîsan tespît kir ku kesê jiyana  xwe ji dest daye Serkan Oktay e. Polîsan di lêkolîna li derdorê kirin de demanceyek û bivir dîtin û têkildarî bûyerê M.S, O.D û T.D. binçav kirin. Cenazeyê Oktay rakirin Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê.