Emîne Şenyaşar: Ez ê ji bo Fadil têbikoşim 2021-05-25 12:03:28   RIHA - Emîne Şenyaşar a 78 roj in li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dike got: “Ez ê ji bo Fadil têbikoşim.”    Çalakiya nobeta “edaletê” ya Malbata Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê di roja 78’emîn de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar vê sibehê dîsa hatin ber avahiya edliyê û dest bi nobeta xwe ya edaletê kirin. Polîsan bi hêceta pandemiyê malbatê ji hewşa avahiya edliyê derxist derve.    Malbatê li ber bariyerên danîne pêşiya avahiyê nobeta xwe berdewam kir.    EV EDALETEK ÇAWA YE?    Emîne Şenyaşar bi bîr xist ku li kargeh û nexweşxaneyê hevjînê wê û du lawê wê hatine qetilkirin. Şenyaşar destnîşan kir ku ew ji bo lawê wê Fadil Şenyaşar ê niha girtî ye li ber edliyê daxwaza edaletê dikin û got: “Li kargehê birîndar kirin. Li nexweşxaneyê qetil kirin. Ez dixwazim lawê min were berdan. Çima qeydên li nexweşxaneyê dernaxin? Ev nêzî sê mehan e em li vir in. Êdî çavê me nabîne. Ev dewletek û edaletek çawa ye? Ez ê ji bo lawê xwe Fadil têbikoşim. Em li heqê xwe digerin lê berî me didin. Em tên binçavkirin. Lê kujer serbest digerin. Ez edaletê dixwazim.”    Ferît Şenyaşar jî anî ziman ku ew bi piştevaniya bo wan tê dayîn li ser pêya dimînin û ew ê têkoşîna xwe ya edaletê berdewam bikin.    Nobeta malbatê berdewam dike.