5 kesên têkiliya dewlet-mafyayê şermezar kirin hatin binçavkirin 2021-05-25 14:46:18   ENQERE - Endamên Malên Gel ên ji bo têkiliyên dewlet û mafyayê şermezar bikin, çûn pêşiya avahiya AKP’ê ya bajêr, hatin binçavkirin.    Endamên Malên Gel (Halkevlerî) ên piştî îtîrafên rêveberê çete yê têkiliya wî bi dewletê re heye Sedat Peker, ji bo têkiliyên dewlet û mafyayê şermezar bikin, çûn pêşiya avahiya Rêxistina AKP’ê ya Bajêr a Enqereyê. Çalakvanan pankarta “Vê qirêjiyê encax şoreş dikare paqij bike” vekirin û polîsan mudaxileyî wan kir û her 5 kes jî kirin binçavan. Kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Enqereyê.