Di daxuyaniyê de navê Pirsûsê heye, lê di zabitnameyê de tune ye 2021-05-26 09:00:49 RIHA - Wezareta Karên Navxweyî ji bo Azzo Halaf Suleyman el Aggal gotibû: "Terorîstê DAIŞ'î yê ku bombeyên êrîşên Sûltanahmet û Pirsûsê peyda kirine hat zevtkirin." Lê belê di zabitnameyê derbarê vî kesî de ku ji doza Pirsûsê re şandibû, derbarê Komkujiya Pirsûsê de hevokek jî tune ye.    Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Navenda Çandê ya Amarayê ya navçeya Pirsûs a Rihayê, gelek kes bi bangawaziya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li hev kom bûbûn. DAIŞ'ê jî êrîşeke bombeyî pêk anîbû û ji van kesan 33 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Danişîna 19'an a dozê dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Rihayê bê lidarxistin. Danişîn dê li hêwana Kampusa Girtîgeha Cirnê Reş bê lidarxistin. Dê sûcdarê Komkujiya Gara Enqereyê ku tê de 103 kes jiyana xwe ji dest dabûn, Yakûp Şahînê girtî jî tevli danişînê bibe.    Di 12'ê Çileya 2021'ê de, Wezareta Karên Navxweyî bi sernavê "Terorîstê DAIŞ'î yê ku bombeyên êrîşên Sûltanahmet û Pirsûsê peyda kirine hat zevtkirin" daxuyaniyek dabû. Di vê daxuyaniyê de navê Azzo Halaf Suleyman el Aggal û Mahîr el Aggal derbas bûbûn. Di danişîna 9'ê Sibata 2021'ê de, danişîna 18'an de, dadgehê daxwaza ku îfadeya Azzo Halaf Suleyman el Aggal û Mahîr el Aggal jî daxilî doseyê bên kirin, qebûl kiribû. Di ser danişîna 18'an re 3 meh derbas bûne, heya niha tenê zabitameyeke lêkolînê daxilî dosyeyê hatiye kirin. Zabitname ji 3 rûpelan pêk tê û tê de beyanên her du kesan ên derbarê hev du de hene. Lê belê pirsên berpêşî her du bersûcan hatine kirin û bersivên wan, di zabitnameyê de tune ne. Di zabitnameyê de derbarê pêwendiya her du el Aggalan de ya bi DAIŞ'ê re hin agahî hene, lê belê derbarê Komujiya Pirsûsê de agahiyek jî di zabitnameyê de tune ye.    Serdil Îzol, parêzerê malbatên kesên ku li Sûrûcê hatin kuştin, bal kişand ser kêmasiyên di dosyeyê de.    LI ALAGOZ NEGERIYAN   Îzol, bibîr xist ku kesên di 20'ê Tîrmeha 2020'an de çûne Pirsûsê, polîsan hemûyan kontrol kiriye û di noqteyên lêgerînê re derbas bûne û got: "Lê li gor qeydên midûriyeta polîsan, ji xeynî Abdûrrahman Alagoz (xwekuj). Alagoz çawa hatiye Pirsûsê, li ku maye, pêwendî bi kê re daniye... tu qeydek tune ye. Di dema lêpirsînê de kêmasiyên mezin rû dan. Pêşî biryara nepen danîn ser dosyeyê. Me nikaribû xwe bigihîne dosyeyê. Me bi daxwaznameyan îtiraz kir. Me hewl da berpirsiyar bên aşkerekirin. Heger Komkujiya Pirsûsê bihatana aşkerekirin, dê Komkujiya Enqereyê çênebûna. Ji lew re kiryar heman kes in."    HEMÛ DAXWAZ HATIN REDKIRIN    Serdil Îzol, destnîşan kir ku dosyeya Komkujiya Pirsûsê bêyî kêmasî bên temamkirin hatiye kirin û bersûc Yakûp Şahînê girtî heya niha nehatiya hizûra dadgehê. Îzol, anî ziman ku kêmasiyên peywirdarên dewletê jî hene û got: "Îstixarat çûye ji wan re, hatie gotin dê Alagoz çalakiyekê li dar bixe. Lê tenê li kesên ku hay ji vê agahiyê hebûne, 7 hezar û 500 TL ceza hat birîn.  Ev kes bûn sedema 33 kesan. Ev ceza dijî hiqûqê ye. Ji xeynî hin daxwazên me, hema bibêje hemû daxwazên me hatin redkirin."    ÎFADEYÊN BINAKOK    Îzol, anî ziman ku roja komkujî çêbû gel Abdûllah Omer Aslanê ku alaya DAIŞ'ê û hin kovar pê re bûne zevt kiriye, lê belê derbarê Aslan de biryara neşopandinê hatiye dayîn û got: "Niha di warê hiqûqî de tu pêwendiyek vî kesî bi dosyeyê re tune ye. Lê li gor raya giştî, malbatan, parêzeran û birîndaran rasterast têkiliya vî kesî bi bûyerê re heye. Li dadgehê hin beyan hene. Nediyar e ku ji bo çi hatiye Pirsûsê. Gel wî zevt kiriye. Daxwazên malbatan û parêzeran hene, divê bi her awayî bê zelalkirin."    DI ZABITNAMEYÊ DE BEHSA PIRSÛSÊ NEHATIYE KIRIN   Parêzer Îzol, anî ziman ku di dosyeya Pirsûsê de kêmasî hene û dosye bi vî awayî didome. Îzol, xwest qeydên dîmenan (5 saet) ên hê jî nehatine aşkerekirin, bên aşkerekirin. Îzol ku got "Çima dîmen winda ne?" bertek nîşanî netespîtkirina berpirsiyaran da. Îzol, destnîşan kir ku di her celseyekê de hin tiştên nû hîn dibin û got: "Beriya danişîna 18'an kesê bi navê Azzo Halaf Suleyman el Aggal hat zevtkirin û em ji çapemeniyê bi vê hesiyan. Derbarê vî kesî de tu salix li ber destên me tune bûn. Di çapemeniya neteweyî de têgihanek wisa hat çêkirin; 'Terorîstê DAIŞ'î yê ku bombeyên êrîşên Sûltanahmet û Pirsûsê peyda kirine hat zevtkirin.' Me di danişîna 18'an de pirsî bê ka ev kes kî ye. Di nav dosyeyê de haya me ji vî kesî tune ye. Di dosyeyê de behsa wî nehatibû kirin. Piştî nûçeyan me xwest rayedar agahiyan parve bikin. Li ser daxwaza me, zabitnameyek teşxîskirinê li dosyeyê hat zêdekirin. Di çapemeniyê de hatibû ragihandin 'kesê ku êrîşa Pirsûsê kiriye', lê di dosyeyê de derbarê vê tu tişt tune ye. Di çapemeniyê de 'bombevanê Pirsûsê ye, lê di zabitnameyê de Pirsûs tune ye."    ‘DIVÊ DAVÛTOGLÛ BÊ GUHDARÎKIRIN'    Îzol, destnîşan kir ku bersûc nehatine darizandin, xizmên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û kesên birîndar bûne hatine darizandin. Îzol, bibîr xist ku Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû di bernameyeke televîzyonê de gotiye Komkujiya Pirsûsê dizane û got: "Di qenala nûçeyan de beyanên wî hene. Roja ku behsa wê dike, roja komkujiyê ye. Davûtoglû, niha ne parlementer e. Dikare wekî şahid bê guhdarîkirin. Me vê daxwaza xw eragihand, lê nehat qebûlkirin. Dixwazin dosyeyê tenê bi du bersûcên firar, xwekuj û kesê girtî bi sînor bikin. Ev ne tiştekî adil e. Ne mimkun e ku plansazên vê êrîşa dorfireh ev eks bin."    DOZA HER KESÎ YE    Îzol, di dawiya axaftina xwe de got: "Kesên dibêjin em mirov in, hemû divê vê dozê bişopînin. Ev doz, doza me ye, doza we ye; doza mexdûran, doza binestan û doza kesên neheqî li wan tê kirin. Li bara wijdanê raya giştî kiryarên vê dosyeyê diyar in."    MA / Emrûllah Acar