Pêkhateyên Konferansa Demokrasiyê: Em ê têkoşîneke hevpar ava bikin 2021-05-26 09:01:00 STENBOL - Pêkhateyên Konferansa Demokrasiyê, diyar kirin ku dê di konferansa xwe de gavên ji bo dorfirehkirina têkoşîna hevpar û çareserkirina pirsgirêkan nîqaş bikin.  Pêkhateyên Konferansa demokrasiyê, dê di meha Hezîranê de bi dirûşmeya "Nan, Edalet, Azadî" Konferansa Demokrasiyê li dar bixin. Amadekariyên wan ên ji bo konferansê didomin. Tê payîn ku hemû derdorên civakê tevli konferansê bibin. Dê di konferansê de daxwazên hemû derdoran bên nîqaşkirin. Konferans dê li Stenbolê bê lidarxistin.    Endamê Koma Xebata Ekolojiyê Mûzaffer Asma û Endama Koma Penaberan Çîgdem Ozbaş, amadekarî û armancên konferansê nirxandin.    EKOLOJΠ   Endamê Koma Xebatên Ekolojiyê Mûzaffer Asma, anî ziman ku hewl didin di konferansê de daxwaz û fikrên kesên ji bo ekolojiyê têdikoşin nîqaş bikin. Asma, destnîşan kir ku di bin navê projeyên madenan, keviran, HES, JES û RESA'an de qadên jiyanê hemû hatine texrîbkirin û bang li he rkesî kir ku qadên jiyanê biparêzin.    'EM Ê BÊDENG NEMÎNIN'    Asma, anî ziman ku li hêlekê ji ber krîza avhewayê û bikaranînan sotemeniyên fosîl gelek pirsgirêk rû didin û li hêla din jî di bin navê 'modela aborî ya pêşektinê' de sermayeya navdewletî welat dimête. Asma got: "Çendî ku di bi navê aboriya pêşketinê de bê kirin jî, her diçe gel hîn bêtir xizan dibe. AKP, bi vê hem dixwaze îqtidara xwe biparêze hem jî derdora xwe dewlemend bike. Em welatiyên vî welatî jî, em ê li ber vê bêdeng nemînin."    PÊDIVIYÊN LEZGÎN   Asma, diyar kir ku "nan, edalet, azadî" ku di dirûşmeya konferansê de hene, pêdiviyên lezgîn ên welatiyan e û got: "Di hemû lêkolînan de jî aşkere dibe ku welatî di weziyeteke di biniya sînorê birçîbûnê de hewl didin debara xwe bikin. Li aliyekî zengîn û super zengîn, li aliyê din jî bi milyonan kes di biniya sînorê birçîbûnê de ne. Wekî ku di têkiliya mafya-siyasetê de derketiye holê, ev zengînî ne bi hilberîneriyê, bi şêlandina çavkaniyên cemaweriyê çêbûye. Pêkanînên kêfî, rejîma otorîter û ceberût, hemû daxwazên ji bo mafan binpê dike. Her wiha edalet veguheriye çoyê îqtidarê û her kes dibîne ku li gor qanûnên xwe jî tevnagerin. Ev her sê sernav pêdiviyên sereke yên welêt in."    TÊKOŞÎNEKE HEVPAR    Asma, destnîşan kir ku di rewşeke wiha de pêdivî bi têkoşîneke hevpar heye û got: "Dibe ku Konferansa Demokrasiyê ji bo hemû derdorên doza heqî û azadiyê dikin bibe destpêkek. Em jî ji bo pirsgirêkên di warê eklolojiyê de û ji bo em daxwazên xwe bînin ziman, bûn perçeyeke vê konferansê û xebatên me yên ji bo wê didomin."    XEBATÊN JI BO PENABERAN    Endama Koma Xebatên Penaber û Koçberan Çîgdem Ozbaş jî anî ziman ku wan û sazî û rêxistinên ji bo penaberan dixebitin ji bo vê konferansê hin civîn çêkirine. Ozbaş, diyar kir ku derbarê penaberî û koçberiyê de metnekê amade dikin û her diçe koma xebatê mezin dibe.    Ozbaş, destnîşan kir ku penaber di warê xweîfadekirinê de zehmetiyê dikişînin û got: "Bi gefa dersînorkirinê re rû bi rû ne. Em jî hewl didin daxwazên wan bînin ziman. Em hewl didin hin çalakî û organîzeyan çêbikin. Hêleke girîn a vê eniyê jî ew e ku li dijî nîjadperestiyê têkoşîneke hevpar ava bike. Ji bo xurtkirina vê çi ji destê me bê em ê bikin."    ARMANCA KONFERANSÊ    Ozbaş, anî ziman ku li welêt di warê demokrasiyê de krîzeke mezin heye û her diçe ber bi rejîmeke totalîter ve diçe. Ozbaş, diyar kir ku krîza di warê aborî, pandemî, zayendparêzî û nîjadperestiyê bandor li hemû qadên jiyanê kiriye û got: "Lewma me xwest em daxwazên welatiyên ji ber van krîzan mexdûr bûn di bin banê 'nan, edalet û azadiyê' de bînin cem hev du. Ev pêvajo, helbet ne pêvajoyeke ku dê bi konferansekê biqede. Armanca me ya sereke, piştî konferansê avakirina têkoşîneke hevpar e. A rast em dixwazin konferansa me bibe destpêka meşeke dûr û dirêj. Em dixwazin bibe destpêka xelasiya ji  krîzê."    MA / Îdrîs Sayilgan