Qeyûm Karaloglû Şaredariya Amedê kir endamê sendîkaya xwe 2021-05-26 10:48:39   AMED - Qeyûmê Amedê Munîr Karaloglû, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şîrketên girêdayî wê kirin endamê sendîkaya karsazan YEREL-SEN ku navenda wê li Kocaeliyê ye û ew bixwe damezrînerê wê ye.   Waliyê Amedê Munîr Karaloglû ku weke qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye kirin, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û sazî û şîrketên girêdayî wê kirin endamê Sendîkaya Rêveberiyên Heremî û Karsazên Cemaweriyê (YEREL-SEN) a navenda wê li Kocaeliyê ye û ew bixwe damezrînerê wê ye.   Derket holê ku piştî Karaloglû weke qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye kirin, şîrketên girêdayî şaredariyê Şîrketa Anonîm a Xizmetên Civakî û Bajarî ya MED, Şîrketa Anonîm a Berhemên Daristanê ya Şaredariya Amedê û Şîrketa Anonîm a Personelên Îdareya Qenalîzasyon û Avê ya Amedê (DÎSKÎ) kirine endamê YEREL-SEN’ê. Dîsa Ajansa Geşepêdanê ya Karacadag jî kiriye endamê vê sendîkayê.    Hat diyarkirin ku pêvajoya endamtiya Şaredariya Rezanê jî hatiye temamkirin û ji bo endamtiyê bi şaredariyên Sûr û Peyasê re hevdîtin berdewam dikin. Li gorî agahiyên me ji çavkaniyên şaredariyê girtin Karaloglû ji bo şaredariyên navçeyên bajêr bike endamê YEREL-SEN’ê zêde dixebite.    AÎDAT DIGIHIN MILYONAN   Destheqên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şîrketên girêdayî wê salan e didin YEREL-SEN’ê neyê zanîn jî, YEREL-SEN’ê di malpera xwe ya înternetê de destheqê salane ji endamên xwe distîne wiha hesab dike: “Aîdatên salane ku endam bidin, ji bo her karkerê dixebite mûçeya asgarî ji hevşaredaran, îdareya avê, ajansên geşepêdanê û hwd ji sedî 30, ji bo şîrketên şaredariyê û şîrketên cemaweriyê ji sedî 5 li 12 mehan xistine û di nava salê de meha Çile û Tîrmehê de weke 2 taksît didin.”    SENDÎKAYÎ: CARA EWILE EM DIBÎNIN   Sendîkayiyên amedî, diyar kirin ku piştî salên 2000’an li ser maseyên Peymana Komkariyê (TÎS) tu sendîkayên karsazan nebûn, li ser maseyê şaredar û rayedarên şaredariyê cih digirt. Sendîkayiyan, bi bîr xist ku herî dawî dema Hasan Basrî Guzeloglû weke qeyûm hatiye tayînkirin û pê re hevdîtinên TÎS’ê kirine jî tu sendîkayên karsazan li ser maseyê tune bûne. Tê diyarkirin ku her diçe li bajêr hejmara saziyên bibin endamên YEREL-SEN’ê zêde dibin û destheqên aîdatên salan digihîje milyonan.    Li gorî agahiyên ji çavkaniyên şaredariyê hatine bidestxistin, di hevdîtinên YEREL-SEN û rayedarên sendîkayên karkeran de gotina herî dawî aîdî Munîr Karaloglû ye. Hat destnîşankirin ku hemû masrafên rê, bêhnvedan û hwd. ên rayedarên YEREL-SEN’ê ku ji derveyî bajêr ji bo hevdîtinên endamtî û TÎS’ê tên bajêr ji aliyê saziya ku pê re hevdîtin tê kirin ve tê pêşwazîkirin.    YEREL-SEN   Sendîkaya karsazan YEREL-SEN ku navenda wê li Kocaeliyê ye di 25’ê Tîrmeha 2005’an de di pêşengtiya Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Kocaeliyê yê demê Munîr Karaloglû hat damezrandin. Karaloglû, di navbera salên 2005 û 2009’an de Serokatiya Giştî ya YEREL-SEN’ê kir. Serokê Giştî yê YEREL-SEN’ê yê niha jî Şaredarê Bajarê Mezin ê Sakaryayê yê AKP’î Ekrem Yuce ye.