Ji Miduriyeta Polisan daxuyaniya tundiyê: Firîqet bin 2021-05-26 11:04:04   ÎDIR – Miduriyeta Polisan a Îdirê, derbarê tundiya ku polis û notirvanan li 2 kesan kiribûn de daxuyanî da û got ku firîqet bin. Dîmenên nû yên dema lêdanê derketin holê.    Di 19’ê gulanê de li taxa Sogotlu ya Îdirê, polis û notirvanan, bi hinceta binpêkirina qedexeya derketina derve ya pandemiyê li ciwanên bi navê Emre Sabûr (19) û Kerîmcan Elalmiş (16) dabûn û heqaret li wan kiribûn. Miduriyeta Polisan a Îdirê, derbarê vê tundiya polis û notirvanan de daxuyanî da û diyar kir ku derbarê polis û notirvanên ku tundî li ciwanan kirine de lêpirsîna îdarî û edlî hatiye destpêkirin.    Piştî vê agahdarkirinê miduriyetê angaşt kir ku wê rê nedin bûyerên wiha û got ku firîqet bin. Lê rexmî ku ciwanan giliya polis û notirvanan kirine jî hê îfadeya wan nehatiye girtin.    Li aliyê din dîmenên nû yê dema tundiya polis û notirvanan derket holê.