Girtiyê nexweş Ozkan ê 83 salî kelemçekirî birin nexweşxaneyê 2021-05-26 12:45:38   AMED - Rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (Apê Dedo) carek din xera bû û destê wî kelemçe kirin û birin nexweşxaneyê. Di dîmenên hatine girtin de tê dîtin ku Ozkan bi zorê xwe li ser pêya digire.    Duh serê sibê rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (Apê Dedo) xera bû. Leşkeran kelemçe li destê Ozkan dan, ketin milê wî û bi kelemçekirî birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîla Amedê. Piştî testên hatin kirin Ozkan li nexweşxaneyê bi textê razanê ve kelemçe kirin. Di dîmenên li ber nexweşxaneyê hatine girtin de tê dîtin ku Ozkan bi zehmetî xwe li ser pêya digire û gavên xwe diavêje. Herdu destên wî ji pêş ve kelemçekirî ne.    MALBATÊ SERÎ LI DOZGERIYÊ DA    Malbata Ozkan ji bo ku li nexweşxaneyê lê binêrin serî li Serdozgeriyê û Rêveberiya Girtîgeha Amedê da.    Ozkan 25 sal in girtî ye. Heta niha 5 caran krîza dil kiriye û 4 caran anjiyo bûye. Nexweşînên wek dil, tansiyon, guatra bijehrî, helandina hestiyan, gurcik û roviyan, zeîfbûn, nabîne, nabihîze, hişê wî diçe û gelek nexweşînên din pê re peyda bûne. Ji meha gulanê ve rewşa Ozkan her ku diçe giran dibe û di navbera dîrokên 17, 18 19, 20 û 25’ê gulanê de bi giştî 6 caran wî rakirine nexweşxaneyê.