Demîrtaş: Gelo qîmeta zarokên kurd tune ye? 2021-05-26 14:56:22   STENBOL – Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, di danişîna doza ku ji ber gotina “hûn kujerê zarokan e” lê hatibû vekirin de ev pirs kir: “Ma qê Cemîle mîna keçen min û Erenê Behra Reş biqîmet nîne? Qê dema ku dibin zarokên kurd bêqîmet dibin û cuda dibin?”   Danişîna çaremîn a doza ku ji ber gotina “kujerê zarokan e” bi hinceta ku heqaret li serokwezîrê demê Ahmat Davûtoglû kiriye, li Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hatibû vekirin, li 47’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Demîrtaş, ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû û parêzerên wê jî li danişînê amade bûn.    ‘EZ NIKARIBÛM BÊDENG BIMÎNIM’   Demîrtaş, di danişînê de axivî û diyar kir ku ji ber diyaloxeke di navbera partiyeke muxalefetê û partiya desthilatê de doz lê hatiye vekirin û ev tişt got: “Wê demê Cemîle Çagirga hat kuştin. Cenazeyê wê nehat veşartin. Bi rojan ji bo ku xera nebe cenazeyê wê di sarincê de veşartin. Li ser vê min xwest serokwekîlên me bi serokwekîlên AKP û serokwezîr re bikevin têkiliyê. Lê pirsgirêk hel nebû. Difikirîm ku malbata Dayika Taybet û Cemîle Çagirga bikim şahid lê ji bo êşa wan teze nebe wiha nakim. Heke ev li Filistînê bûna wê rewş cuda bûna. Herkes dikaribû bêdeng bimîne lê ez nikaribûm bêdeng bimînim. Hemû leşkerên wê demê niha ji darbeyê girtî ne.”   HATIN XELATKIRIN   Ji bo gotina xwe ya “kujerê zarokan e” jî Demîrtaş got ku gotinên wî nabin sûc û wiha pêde çû: “Dema ku Demîrtaş dibêje, ‘Hûn kujerê zarokan e’ ev dibe heqaret lê kesên ku ji ber şewitandin û hilweşandina wan bajaran hatin xelatkirin û weke qehreman hatin îlankirin 15’ê Tîrmehê kirin. Em ê derbixin holê ku ji bo darbe çêbibe hilweşandinê kirine. Van Enqerê, parlamento û kizilayê bombebaran kirin? Belê kirin. Di weşanên zindî de 251 kesî kuştin? Belê kuştin. Ez ne berpirsyarê vê me. Ma qê Cemîle mîna keçen min û Erenê Behra Reş biqîmet nîne? Ev hemû zarok in. Qê dema ku dibin zarokên kurd bêqîmet dibin û cuda dibin? Qê em ne welatiyên wekhev ên vî welatî ne? Tişta hÛn ji me re rewa dibînin mirin e? Dewlet ne dewleta mistek kesên ku ketine nav rantê ye. Hemû bênamûs li derve ne û binamûs jî girtî ne. Ji gelê kurd re goristan rewa tê dîtin.”   ‘CEMÎLE NAYÊ JIBÎRKIRIN’   Piştre Demîrtaş parasttina xwe wiha domand: “Hûn sed sal jî ceza bidin min Cemîle nayê jibîrkirin. Bi Dayika Taybet re dikevim gorê lê ji bîr nakim. Em parlamenterên gel neaxivin wê kî biaxive. Hûn ji me çi dixwazin? Serberjêrkirina me? Dikare li serê mê bê dayîn lê berjêr nabe. Heke derbarê esasê de mutalaa bê aşkerakirin dikarim derbarê esasê de jî parastina xwe bikim.”   DANIŞÎN TALOQ B   Piştî Demîrtaş parêzerên wî jî parastina wî kiin. Piştî parastina parêzeran dozger xwest CD’yên ji axaftinên Demîrtaş ên komcivînan pêk tên û ji aliye meclisê ve hatine şandin ji pisporan re bê şandin û dosya doza Demîrtaş a li 7’emîn Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Bakirkoyê bê xwestin.    Heyeta dadgehê, biryar da ku dosya doza Demîrtaş a li 7’emîn Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Bakirkoyê û hemû dosyayên doza li 14’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mersînê tê dîtin bên xwestin CD ji pisporan re bên şandin û danişînê taloqî 13’ê cotmehê kir.